Êrîşên dagirkeran dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker 19 caran bi balafirên şer, 24 caran bi obus, hewan û tankan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha got: “Tevî ku hêzên me di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne jî, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst êrîşên xwe zêde dike û didomîne. Herêmên Parastinê yên Medyayê 19 caran bi balafirên şer, 24 caran bi obus, hewan û tankan hatiye bombebarankirin.”

HPG’ê têkildarî agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev tişt diyar kir:

“Li herêma Zapê;

Di 20’ê Gulanê di saet 09.50’an de li Qada Berxwedanê Kurojahro dagirkeran êrîşî hêzên me kirine, hêzên me jî ji bo xwe parastinê bersiv dayîne.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Di 19 û 20’ê Gulanê de Deşta Kafya ya Garê, Girê Şehîd Piling a Metînayê, Girê Amediyê, Qadên Berxwedanê Girê Cûdî û Girê Bihar ê Zapê 19 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 18,19 û 20’ê Gulanê de qada Girê Şehîd Piling ê Metînayê, Girê Şehîd Heqî yê Xakurkê, Girê Şehîd Kamûran, derdora ava Lolanê û çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî ya Zapê, Girê Bahar, Çemko û Sîdayê 24 caran bi obus, hewan û tankan hatine bombekirin.

Dagirker hewl didin çeperên me yên berxwedanê yên li Girê FM û Sîdayê bi kepçeyan hilweşînin.”