Xelkê Mexmûrê li pêşiya wesayîtên zirxî sekiniye

Li ber hewldana danê sibehê ya artêşa Iraqê ku bi wesayîtên zirxî xwestin dor li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bigire, gel herikin pêşiya wan û artêşa Iraqê dan sekinandin.

Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl dide, ji çend aliyan ve dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bigire.

Li ser vê hewldanê xelkê berxwedêr ê Mexmûrê pêşiya wesayîtên zirxî girtine û ew dan sekinandin. Li gorî agahiyên hatin girtin bi kêmanî li pênc aliyan artêşa Iraqê xwestin bikevin Mexmûrê û dest bi raçandina têlan bike.

Xelkê Mexmûrê pêşiya wan girtiye û li ber xwe dide.

Li aliyê din şandeyek ji rayedarên Mexmûrê bi rayedarên Iraqî re di nava civînê de ne.