Artêşa Iraq kete nava hewldana dorpêçkirina Kampa Mexmûrê

Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî hewl dide derdorî Wargeha Penaberan a Mexmûrê têl bike.

Hikumeta Iraqê kete nava hewldanên derdora Wargeha Penaberan ya  Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Bi dehan wesayîtên zirxî li seytereyê derdora wargehê girtine û dixwazin têkevin nava wargehê û derdora wê bi têlan dorpêç bikin.

Hikumeta Iraqê bi dehan wesayîtên leşkerî, tevî çek, kepçe, têlên ji bo dorpêçê, li derdora wargehê belav bûne û dixwazin derdora wê bi têlan dorpêç bikin.

Xelkê wargehê pêl bi pêl di herike seytereyê û dijî vê hewldana Iraqê radiweste.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Artêşa Iraqê 27'ê Kanûna 2021'ê jî ketibû nava hewldana dorpêçkirina bi têlan a Mexmûrê, li ser berxwedana gel a Mexmûr neçar mabû ku vekişin, dawî li vê hewldanê bînin.