Du gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûbûn hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên bi navê Dîcle Yemen û Mehmet Şakir Alici yên di şerê li herêma Besta ya Şirnexê de şehîd bûbûn, li warên wan hatin veşartin.

Gerîlayên HPG’ê Dîcle Yemen (Bawer Gever) û Mehmet Şakir Alîcî (Dilşer), beriya çend rojan di encama operasyona ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû pêk anîn de şehîd bûbûn.

Cenazeyên gerîlayan di 18’ê Gulanê de roja Pêncşemê piştî ku rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.

Malbatan piştî kar û barê teşhîxkirinê cenazeyên zaokên xwe wergirtin. Cenazeyê Dîcle Yemen birin navçeya Gever a Colemêrgê û cenazeyê Şakir Alici jî birin Wanê.

Cenazeyê Alicî li Goristana Sûphan a Taxa Şabaniye ya Wanê hate veşartin. Polîsên Tirk nehiştin welatî tev li merasîma cenaze bibin, tenê destûr hat dayîn ku hin endamên malbatê beşdarî merasîma cenaze bibin.

Sersaxiya ku xwest bê danîn jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Malbat li malên xwe şînê digerîne.

Cenazeyê gerîla Yemen jî li gundê Zêrêlê yê Geverê hate veşartin. Li gund cihê sersaxî hate danîn.