'Çend car din nûçeya hevrêyê xwe yê şehîd çêbikim!'

Canê min dişewite û diare! Mîna ku hinek ruhê min bi zorê ji vê bedenê hilbikişîne, êş ji canê min hiltê. Mîna êtûna volkanekê di nava xwe de dikelim û dişewitim.

Vê carê jî ji her tiştî bê xeber li ser kar bûm. Mîna her carê rojevên navxweyî, derve û cîhanî dişopand û karê li ber destê xwe hewl dida temam bikin. Bêhnek bû nefesek hildim, li nava eywana cihê kar, li ser telefonê li nûçeyên hilbijartinê ve dema bêhndanê jî wisa diborand. Dîmenê kesek berê min dinasî, li nava dîmanên propagandaya AKP’ê de derket. Berê ew dîmen min dîtibû, lê wisa baldar lê nenêrîbû. Hevalek min ew kes îşaret kiribû û dubare ji bo min şandibû. Got; ev filankes dinasî, nav got.. min jî dubare sêbare lê nêrî ku ew e ne ew e, dawî derket ew hinek bi wê aciz bûm. Piştre hevalên din hatin û hinek ketin nava sohbetê.

Hevalek got, daxuyaniyek heye divê amade bikî, min jî got; çima ez amade bikim? Got; daxuyanî bi zaravayê soranî ye. Bi wî rengî ez vegeriyam ser mêzê kompîterê û dest da wergerê. Daxuyaniya Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bû. Diyar bû îlana şehîdekî ye. Lê kê dizanî îlana şehîd ê hevrêyê min Karwan e.

Pêde ketim heta hatim gotina, ‘yek ji van hevrêyên me yê dilsoz û fedekar Karwan Horamî’ li wir bi xwezayî sekinîm, li hevalê ku daxuyanî dayî min nêrî, bi çav îşaret dayê, wek bêjim; ‘Karwanê me ye’ ew jî bi heman rengî îşaret bi çav da û erê kir. Hema ez halê xwe cemidîm, ji nava xwe êş da kezeba min, tilî û mejiyê min hew karî kar dewam bike, wergerê bidomîne. Tiliyên min ser klaviyeyê sekinî. Kêrhatiyên xwe yên tevgerê ji dest da. Çiqasî hewlda rastî dom bikim, nebû.

Heta neyê îlankirin divê kes nezane rewşê, nikarim bikim hewar jî, hema wilo halê xwe ji nava xwe êşiyam. Axirê rabûm, çûm derve. Çûm eywanê bê ku kes bi min bihese, di wî halî de çend gav çûm û hatim. Şîna xwe kir. Jan û êşek wilo bû ku rondik nebarîn. Rastî dixwest bibarin, lê nebarî. Hema halê xwe de wisa şewitîm. Ji qudûm ketim. Taqet nema. Deng ji min derneket.

Di carekê de gotina, ‘Dema şînê jî nîne em şîna xwe bikin’ xwe li hişê min da. Şîna min bû ew çend kêlî. Vegeriyam ku karê xwe, erkê dawî yê îlanê ya hevrêyê xwe şehîd Karwan Horamî temam bikim. Li milekî diêşiyam li milê din, kar dewam kir. Heta qedand.

Bû gelek car ku bi vî rengî nûçeyên şehadeta hevrêyên xwe çêdikim. Nizanim bêşansî yan jî erkê dawî yên li ber wan bikim, dibe para min. Nikarim şîna wan jî bikim. Ewqas giran tê, mirov di halê xwe de dimîne. Ma qey du rondik heq nakin ev hevrê! Qîrîn û hewarekê ku mirov kesera dilê xwe vebêje, ewqas êş e, beden nikare bersiva wê bide, reaksiyonek nîşan bide.

Yê bêje ku qey dilê wan naêşe, du rondikan nabarîne. Na, wisa nîne, ewqas diêşe, ar dide, dişewite; nikarî bigirî. Ev zêdetir mirov diarîne. Xwezka du rondik ser hinarikên rû yên herî dawî hev himêz kir û ramûsan de bibarîna ku kezeb aram bibûna. Xweza bikira qîr û hewa dengê min bigihiştiba dol û newalên dawî lê geriyayî û wî bi bîr bixe. Xwezka ruhê min ê rewanî bigihiştiba mergê wî yê li nava axa pîroz!

Têkoşîna ewqas giran dimeşe, rê nade ku mirov şîna xwe jî bike. Li milek hevrêyên xwe didî, li milê din; ji cihê mayî dimeşî û rêça wan dixwazî bigihînî armancên wan. Ne ku naêşin, pê nakevin, belkî yê herî biêşe, em û hevrêyên wî yên têkoşînê bin.

Hevrê Karwan Horamî jî di nava vê têkoşînê de yek ji wan hevrêyên herî kedkar, fedekar û dilnizim, pak bû. Ji sala 2012’an ve di nava karên Çapemeniya Azad de wî dinasim û fersenda bi hev re karkirinê pir ket dest û demê dawî ji bi hev re bûn.

Ma gelo wê bîranîn werin jibîrkirin, ew roj û şevên dirêj li ber sohbet û şûşeya çayê? Na, ew bîranîn zêdetir azarê dide mirov, zêdetir mirov diêşîne. Li gel wê êşê jî, zêdetir mirov dixe nava kar û rêya kilîdbûna serketinê. Wan bê dudilî heta dawî ji bo serketin û azadiyê kar kir. Bûn kedkarê vê rêçê.

Ya em jî bikin, xwedî li wê derkevin, dewlemend bikin û bigihînin serketinê.