PJAK: Şehîd Karwan Kedkarekî yê Çapemeniya Azad bû

Komîteya Çapemeniyê ya PJAK’ê têkildarî gerîla Karwan Horamî daxuyaniyek da û got: “Şehîd Karwan kedkarekî yê Çapemeniya Azad bû.”

Komîteya Çapemeniyê ya Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî gerîla Karwan Horamî (Mihemed Melêkî) û Aram Sîrwan daxuyaniyek nivîskî da û bibîr anî.

PJAK’ê anî ziman ku şehîdbûna du ciwanên têkoşer û şoreşger ên Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bar dixe ser milê hevrêyên wî.

PJAK’ê sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîd Karwan Horamî û Aram Sîrwan kir û spasiya dayika Şehîd Karwan Horamî kir ku bi serbilindî xwedî li şoreşgerê xwe û şehîdê xwe derket.

Komîteya Çapemeniyê ya PJAK’ê bal kişand ser rola ragihandinê û got: “Di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de, Çapemeniya Azad bûye nasnameya rasteqîne ya têkoşîna azadîxwazî, jiyan û şer a gerîla. Erkê wê hişyarkirina gel û belavkirina raman û hizra rêxistinê bûye. Hevrêyên mîna Mezlûm Dogan ku Rêber Apo weke ruhê xwe yê veşartî pênase dike û dîsa Gurbetellî Ersoz ku bi xebata xwe pêşengtiya Çapemeniya Azad kirin bûn sembola ragihandinê.”

PJAK’ê got: “Hevrê Karwan yek ji wan şoreşger û xebatkarên Çapemeniya Azad bû ku di nava têkoşîna azadiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwedî kedeke mezin bû. Hevrê Karwan li malbateke heskirî, welatperwer û kedkar ê herêma Hewremanê ye, girêdayî şehîd û ramanê Rêber Apo bû. Li ser vî bingehî tevlî nava şoreşê û refên gerîla dibe. 

Hevrê Karwan bi qasî çend salan li nava Komîteya Çapemeniya PJAK’ê kar dike, xwedî kedekî mezin e. Perwerde ji destê gelek kadroyên Çapemeniya Azad a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibîne û dibe yek ji sembolên hişyarî û rewşenbîrkirina gelê me. Hevrê Karwan tenê ragihandinkarek nebû, ragihandinkareke şoreşgerî bû bê westan şev û roj kar dikir ji bo êş û azarên gelê xwe û azadîxwaz bigihîne.

Li gel hevrê Karwan hevrê Aram Sîrwan jî li Çeperên Berxwedanê yên Avaşîn, Zap û Metîna li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk a dagirker û NATO destê xwe xistibû nava dilê wan neyarên ku dixwestin destdirêjiyê li ser Kurdistanê bikin. Hevrê Aram fedayiyeke yê eniya şer û gerîlayeke fedayî bû. Divê ev fedayîtî bibe nîşaneya nava ciwanên nû û azadîxwazan.

Em Komîteya Çapemeniya PJAK’ê sozên xwe yên li ber şehîd Karwan û şehîdên Çapemeniya Azad dubere dikin, heta gihiştina armancên wan têkoşînê bidomînin.”