KNK: Piştgirîkirina xelkên Mexmûrê karekî neteweyî û mirovî ye

KNK: Em ji gelê netewperwer ê Kurdistanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan, rewşenbîran dixwazin ku guh bidin dengê xelkê Kampa Mexmûrê û bi hewara wan ve biçin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî hewldana hikûmeta Iraqê ya ji bo dorpêç û têlkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê daxuyanîyek da.

KNK’ê ev got: “Careke din hêzên hikûmeta Iraqê ji ber zextên dewleta Tirk hewl dide Kampa Penaberan a Mexmûrê dorpêç û têl bike. Xelkê li nava kampê dijîn ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û şewitandina gundên wan nêzî 30 sal in penaber in û li wê herêmê dijîn. Li nava kampê nêzîkî 11 hezar kes dijîn, hemû sivîl in, jin û zarok in. Kamp bi xwe di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye. Xelkê kampê penaberên siyasî ne. Dorpêçkirin û têlkirina dora wan ne li gorî prensîbên mafê mirovan û mafê penaberan e. Hewldaneke wiha pirsgirêkê çareser nake, aloztir dike encamên xerab bi xwe re tîne.

Bi salan e xelkê kampê li bendê ne ku alîkarî bê kirin û pirsgirêkên wan ên xizmetguzariyê bên bi cih anîn. Tevî vê di bin zexta siyasî, leşkerî, aborî, civak û nebûna xizmetê de ne. Her wiha di bin êrîşên esmanî yên balafirên dewleta Tirk de ne. Li gel vê hikûmeta Herêma Kurdistan û PDK bi salan e ew dorpêç kiriye û rêgiriyê li wan dike rê nade ti alîkarî bigihêje wan. Hikûmeta Iraqê jî ji bo temamkirina vê karî niha ketiye nava hewldanan ku dorpêçê aloztir bike û zextê zêdetir li ser xelkê kampê bike.

Ev ne cara yekem e ku hikûmeta Iraqê serî li rêyeke wiha dide, berî niha jî serî li tevgerek wiha dabû. Xelkê kampê bi berxwedana xwe ev hewldan vala derxistibû, hikûmeta Iraq neçar mabû vekişe. Vê carê jî xelkê berxwedêr ê kampê û dilsozên Kurdistanê rê nade vê planê li ser xelkê bê guneh ê herêmê pêk bîne, nêzîkatiya zîndanîkirinê lê ferz bike.

Em Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi tundî van hewldanan şermezar dikin, bang li dewleta Iraqê dikin ku zêdetir nekevin bin bandora zext û planên dewleta Tirk. Li şûna dorpêç û têlkirinê, alîkar bin; erkên xwe yên hiqûqî û parastina xelkê kampê pêk bînin. Daxwaz ji desthilata Herêma Kurdistanê dikin ku dawî li dorpêç û rêgirtina li ser Kampa Mexmûrê bînin. Hew rê li wan bigirin û têkelî jiyana wan a navxweyî nebin.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku erkên xwe yên esasî, qanûnên penaberiyê ya ji bo Kampa Mexmûr pêk bînin, kampê ji destdirêjiyan biparêzin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê daxwaz ji xelkê netewperwer ê Kurdistanê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan, rewşenbîran dike ku guh bidin dengê xelkê Kampa Mexmûr û bi hewara wan ve biçin. Rê nedin di bin wan zext û êrîşan de bimînin. Rê nedin ku êdî dorpêç li ser bê ferzkirin û wek dîlê şer û zindanî nêzîkatî li ser bê kirin. Xelkê Mexmûrê çavê wan li helwestên me yên netewî û mirovî ne.”