Malbata Şenyaşaran: Em xwe ker nekin û nebin şirîkê zilmê

Malbata Şenyaşaran ku li Nobeta Edaletê dewam dike, got: “Em xwe ker nekin û nebin şirîkê zilmê. Guhertina hikûmeta neadil, erkeke mirovî ye.”

Emîne Şenyaşar ku 14’ê Hezîrana sala 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzkarên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bû, 788 roj in ku li ber Edliyeyê Rihayê Nobeta Edaletê digirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji mala xwe ya li Pirsûsê derket û hat ber edliyeyê, li nobetê dewam dike, Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe nekarî nobetê bigire.

Malbatê, di ser hesabê xwe medyaya dîjîtal re wiha got: “Roja 788’emîn li ber Edliyeya Rihayê, têkoşîna me ya ji bo heq û edaletê berdewam e. Guhertina hikûmeta bêedalet û rêveberan, erkeke mirovî ye. Em xwe ker nekin û nebin şirîkê zilmê.”