KCK: Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku pişta Mexmûrê bigire

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, bal bir ser bi wê yekê de ku dewleta Tirk a faşîst û hevkara wê PDK, li pişt êrîşên hemberî Mexmûrê ne û bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku bi Mexmûrê re bibe piştgir.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê ku li ser êrîşên hêzên artêşa Iraqê yên hemberî wargeha Mexmûrê daxuyanî da, got ku hikûmeta Iraqê li dijî xelkê Mexmûrê ku li dijî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide, dixwaze bi rêya zordestiyê hin biryaran pêk bîne.

Komîteyê, di daxuyaniyê de anî ziman ku li pişt vê ferzkirina artêşa Iraqê, dewleta Tirk a faşîst û hevkara wê PDK hene û wiha got:  ‘’Dewleta Komara Tirkiyeyê ku Başûrê Kurdistanê buhust bi buhust dagir dike, planên berfirehkirina sînorên xwe heta Mûsil û Kerkûkê heye. Ji wê boneyê, tiştên ji mil tê dike, dikeve hewila bikaranîna her fersendê. Bi vê armancê, li dijî gelê me ku li Şengal, Mexmûr û derên din dijî, bi awayekê sîstematîk sûcên şer dike, bêrêziyê li mafê serweriyê yê Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike.

DIXWAZIN XELKÊ MEXMÛRÊ KU SERÎ LI BER DEWLETA TIRK XWAR NAKE, TESLÎM BIGIRIN 

Gelê me yê li Mexmûrê dijî, ji ber ku serî li ber dewleta Tirk a faşîst xwar nake û tawîz ji kurdîtiya xwe ya azad nade, ji ser axa xwe hatiye koçberkirin. Bi ferzkirin û ambargoyê hewil didin ku gelê me yê teslîmê dewleta Tirk nabe, teslîm bigirin. 

DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ DEV JI HELWESTA XWE BERDE 

Wargeha Mexmûrê di bin ewlehiya NY’yê û dewleta Iraqê de ye. Dewleta Tirk, gelê me yê li vê wargehê dijî, tim ji xwe re dike armanc. Bi bertekên kêm ên NY’yê û Iraqê, dewleta Tirk yekcar wêrek dibe. NY û dewleta Iraqê, ji pêkanîna ewlehiyê û çareserkirina pirsgirêkên gelê me ku li wargehê dijî, berpirs in. Bi tiştên îro li Mexmûrê qewimîn, xuya bû ku ev hêz berpirsyariya xwe bi cih naynin, hewil didin ser neçareseriya heyî bi sûcekê girantir bigirin. Li dijî gelê me yê sivîl ku ji ber zextên dewleta Tirk a nijadperest û faşîst, bûye penaber, çek hatine bikaranîn da ku bêyî îradeya wan dor lê bê girtin. Bêyî guman cihê vê êrîşa hatiye kirin û pêkanîna tê ferzkirin, ne di nav mafên mirovan de jî di rûmeta mirovahiyê de nîn in. Bi rêbazeke wiha hem tu encam nehatiye girtin, bi ser de jî daxwaza taloqkirina wê hatiye kirin. Diyar e ku wê bi çek û zordestiyê pirsgirêkên mirovî zêde bibin. Lewma, banga me li hikumeta Iraqê ew e ku dev ji bikaranîn û tundiya li dijî gelê me yê li Mexmûrê ku ji bo rûmeta xwe dijî, berde, diyalogê ji xwe re bike esas û ji bo çareseriya pirsgirêkan bikeve hewila çêkirina şirîkan. 

BANGA TEVGERÎNÊ LI NY’YÊ HAT KIRIN 

Ev wargeh, di bin ewlehiya NY’yê de ye. Ne mimkûn e ku NY’yê tundiya li dijî xelkê Mexmûrê, nedîtibe. Bi vê bêdengiyê NY jî dibe şirîka vê tundiyê. Ger ne wisa be, divê NY teqez tevbigere û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe rabibe. 

Çûyîna bi ser xelkê Mexmûrê de bi tundî, xizmet e ji dewleta Tirk re ku wê dil heye Kurdistan û Iraqê dagir bike. Li gor ku me bihîstiye, dewleta Iraqê ku divê dev ji vê siyaseta neçareserkirinê berde, dixwaze bi hêzeke leşkerî ya mezintir biçe bi ser xelkê Mexmûrê de. Me hêvî ew e ku ev agahî ne rast be. Ya rast ew e ku li ser çareseriya pirsgirêkan şandeyeke rayedar bê diyarkirin û hevdîtin bi xelkê Mexmûrê re bê kirin. Em li hêviyê ne ku Iraq dev ji vê helwesta xwe berde ku rê li ber rabûna hêrsa civakî vekiriye û bikeve hewila çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê. 
Bi vê boneyê, banga me li hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê ew e ku bi partî û hêzên bi xelkê Mexmûrê re bin, rê li ber rewşên neyînî bigirin û planên Komara Tirkiyeyê û PDK’ê pûç bikin.’’