NÛ BÛ

Artêşa Iraqê êrîşî xelkê Mexmûrê kir: Ciwanek birîndar bû

Artêşa Iraqê bi çekan êrîşî xelkê Mexmûrê kir ku pêşiya wan girtibû. Ciwanek birîndar bû.

Artêşa Iraqê ên ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesayîtên zirxî û kepçeyan hatibûn bi çekan êrîşî xelkê Mexmûrê kir ku pêşiya wan girtibû.

Mexmûriyan jî bi kevir û daran bersiva êrîşê da. Ciwanek birîndar bû. Hate ragihandin ku ciwanê birîndar bûye navê wî Ehmed Emer Mijînî ye.

Berxwedana xelkê Mexmûrê bi biryardarî dewam dike û rê nade ku dorî wan bê têlkirin û kûle bên danîn. 

Girse bê navber dirûşmên 'Bijî Berxwedana Mexmûrê' qîr dike.