Malbat ji bo 7 kesên ku dewleta Tirk ew winda kirine, kom bûn

Xizmên windayan, ji bo kesên ku di sala 1994’an de piştî ku ji aliyê dewleta Tirk hatibûn destgîrkirin, hatibûn windakirin, vê hefteyê dîsa li hev kom bûn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 745’emîn de li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû hat pêk hat. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Necla Kûrûl û endamên Odeya Tabîban a Amedê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Hevseroka Egîtîm Senê Necla Kûrûl di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em dixwazin êdî kes neyê windakirin. Bila ciwanên me di siberojê de neyên windakirin. Em li cem Dayikên Şemiyê ne. Bi salane dixwazin xeberê ji zarokên xwe bigirin. Ji ber bêcezahiştina dewletê hê jî li zarokên xwe digerin. Ji bo ev di siberojê de neqewimin em ê xebatên xwe bidomînin.” 

Vê hefteyê li aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolûr hate pirsîn. Ev her sê kes di 18’ê Gulana sala 1994’an de li navçeya Pasûra Amedê hatibûn windakirin.

ÊLIH 

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 581’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Gelek parêzer û xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li kujerên Husnu Kaçar, Halîl Erzen, Rafet Ozer û Abdulcelîl Kaçar hate pirsîn. Ev kes di 17’ê Gulana 1994’an de li Êlihê hatibûn qetilkirin. 

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Ercan Başer serpêhatiya her çar welatiyên hatin qetilkirin xwend û wiha got: “Bavê Husnu Kaçar, Omer Kaçar wiha dibêje; Malbata Kaçar li gundê Kişlacik ê bi ser navenda Sêrtê ve dijî. Husnu Kaçar, Abdulcelîl Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer ên gundiyên hev ji bo hewcedariyên cejnê diçin navenda Sêrtê. Leşker her çar gundiyan bi rê ve disekinîne. Leşker her çar gundiyan dibe Newala Qesaban a bi ser navenda Sêrtê ve. Her çar gundiyan li Newala Qesaban ji aliyê Tîmên Tevgera Taybet ve tên kuştin. Tê gotin ku her çar gundî di şer de hatine kuştin. Cenazeyên her çar gundiyan diavêjin Newala Qesaban û sîlehan datînin ber wan. Dema malbat diçin ku cenazeyên xwe werbigirin, leşker dibêjin ‘ev terorîst in’ û cenazeyan nadin wan. Malbat dibêjin ku medya dewletê ya wê çaxê her çar gundiyan wek ‘terorîst’ nîşan didin û nûçeya wan serwîsî raya giştî dikin.” 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.