Xelkê Mexmûrê: Heta dawî em ê li ber xwe bidin

Xelkê Mexmûrê yên li ber wesayîtên zirxî yên artêşa Irarqê kon danîne, anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê heta dawî li ber xwe bidin.

Berxwedana xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a li ber hewldana artêşa Iraqê ya ji bo têl û danîna kuleyan a dorî wargehê dewam dike.

Welatiyên di nava berxwedanê de helwestên xwe anî ziman û diyar kirin ew ê heta dawî li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Hacî Nerexî anî ziman ku ji serê sibehê saet 05:30’î ve hikûmeta Iraqê bi wesayîtên xwe yên zirxî hêzên xwe ve hatin û xwestin derdorî wargehê têl û kule daynin û got: “Ev gel diyar dike ku ev 30 sal in li vê herêmê dijîn, kesî heta niha tiştek wiha nekiriye. Em ne têl, ne kule û ne jî ti cûre heqaretê li ser xwe qebûl dikin. Me niha dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Mehek din jî bi vî rengî be em ê li ber xwe bidin. Helwesta me wê yek be, em gav bi şûn ve navêjin. Ew çi bikin bila bikin, heta me şehîd nekin. Wê nikaribin armancên xwe pêk bînin. Helwesta me û gelê me wê ev be.”

Dayika Hediye Çelî diyar dike ku Iraq dixwaze dorî wan têl bike û got “Em vê yekê qebûl nakin. Heta dawî em ê li ber xwe bidin. Ji derveyî hêza xwe em ti hêzek din qebûl nakin. Em teslîmiyetê qebûl nakin, em ê heta dawî li ber xwe bidin.”

Dayika Qîmet Gabarî jî helwesta xwe nîşan dide û diyar dike ew vê helwestê ti carî qebûl nakin û got: “Em ti hêzê dorî xwe qebûl nakin, hêza me heye. Dozeke me ya mafdar heye. Em heta negihêjin encamê dev ji doza xwe bernadin. Çiqas dom bike bila dom bike, em ê li ber xwe bidin.”

Dayika bi navê Qudret Pîranî anî ziman ku çi dibe bila bike ew ê li ber xwe bidin û got: “Yek ji me bimîne jî ew ê nikaribin bikevin wargeha me. Ev çi ji me dixwazin. Me ziyan nedaye pisîka wan jî. Em di nava girtîgeheke servekirî de ne, ev bi salan e rê û rêbar li me girtine.”