RJAK: Divê artêşa Iraqê ji Mexmûrê vekişe

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) êrîşên ku hikumeta Iraqê dibe ser Mexmûrê şermezar kir û got divê hêzên Iraqê ji Mexmûrê vekişin.

Di 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxÊi, hêzên taybet, polîs û têlan dora kampa Mexmûrê girtin.

Artêşa Iraqê dixwaze bi têlan dora kampê bigire. Lê gelê Mexmûrê li dijî vê ferzkirinê li ber xwe dide. Gelê Mexmûrê li hemberî artêşa Iraqê li ber xwe dan. Dema artêşa Iraqê gule li ser gel reşand, gel jî bi keviran li artêşa Iraqê da û artêşa Iraqê neçar ma vekişe. Di dema gulebaranê de ciwanê bi navê Ahmed Oner birîndar bû.

RJAK’ê têkildarî dorpêç û êrîşên dewleta Iraqê yên li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ev êrîş li ser daxwaza dewleta Tirk hatine kirin.

RJAK’ê got, “Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê nikarin vîna gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bişkînin. Ji ber vê jî niha rêbazên dijmirovahî diceribînin. Ev êrîş nîşaneya têkçûna hêzên dagirker e. Gelê Kurd bi çanda berxwedan û vîna azad ava bûye.”

RJAK'ê  diyar kir ku ew bi gelê Mexmûrê re ne û got, "Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku artêşa Iraqê vekişe.”