Dayikên Mexmûrê: Em têlkirinê qebûl nakin!

Dayikên Mexmûrê yên li ber wesayîtên zirxî yên artêşa Iraqê sekinînî ragihandin ku wan heta niha ti ziyan negihandine kesî û ew dorpêça bi têlan qebûl nakin.

Artêşa Iraqê vê sibehê bi wesayîtên zirxî, kepçe û hêzên çewîk hewl dan bikevin nava Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) û xwestin dorî wargehê têl bikin.

Li ser vê yekê welatî herikîn pêşiya wan û pêşiya wesayîtên zirxî girtin û kon danîn.

Xelkê Mexmûrê di van kêliyan de li ber baranê li ber xwe dide.

Dayikên li qadê helwestên xwe nîşan dan û gotin ku ew 23 sal in penaber in heta niha ziyan negihandine kesê û wê vê yekê qebûl nekin.

Yek ji dayikên li nava çalakiyê got; “Em ê li ber xwe bidin heta ew diçin.”

Dayikek din got: “Ji saet 05:00’an yê sibehê ve bi hûr û gir li ser piyan e. Xelkê me hemûyan xwe li ber wesayîtên zirxî kirine mertal. Em vê yekê qebûl nakin. Heta li vir bin em ê li ber xwe bidin.”

Berxwedana gel a li herêmê didome.