Girtiyê nexweş Guvcîn ê jiyana xwe ji dest da hat veşartin

Girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn ê ku li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe Cizîrê hat veşartin.

Mehmet Guvcîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin beriya 7 mehan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da. Guvcîn ê ku 2 meh bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê malbatê cenazeyê Guvcîn anî navçeya Cizîrê. Polîsan nehişt ku ji xeynî malbatê kesek tevlî definkirina cenaze bibe.

Cenazeyê bi tevlêbûna ferdên malbatê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.