Evîndareke azadiyê: Besê Raperîn

Besê Raperîn heta kêliya dawî derbên giran li dijmin xist û tevlî karwanê şehîdan bû. Di nava PKK'ê de bû sembola ked, durustî û tevlîbûna bi fedakarî.

Mizgîn Aksû (Besê Raperîn) ku li Sêrtê di nav malbateke welatparêz de hat dinê, bi çanda koçeriyê mezin bû. Berxwedana gele herêmê bandor li kesayeta Mizgîn Aksû jî kir. Herêma Botanê di dîroka têkoşîna azadiyê de her dem roleke girîng hilgirtiye. Bi vê yekê jî Mizgîn Aksû tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas dike. Mizgîn Aksû ku li pey jiyaneke watedar e, tenê yek tiştî ji xwe re dike armanc û di sala 2012’an de tevlî refê gerîla dibe. 

Mizgîn Aksu ya ku di zarokatiya xwe de evîndara çiya bû, piştî ku bû gerîlaya YJA Starê navê Besê Raperîn stend. Armanca bingehîn a Besê Raperîn a ku êdî xeyala xwe ya çûyîna çiyê pêk aniye, jin di serî de azadiya hemû gelê Kurd e. Li ser vê bingehê ji bo xurtkirina têkoşîna xwe li her qadê bi awayekî aktîf beşdarî jiyanê dibe. Endama YJA Starê Besê Raperîn dema diçe çiyayên Kurdistanê herî zêde jiyana gerilayên jin bandor li wê dike. 

Besê Raperîn ji bo ku bibe fedaî û lehenga gelê xwe, xwe di her qadê de pêş dixist, gerîlayên şehîd ku bûne sembola azadiyê nas dike û xeta wan bingeh distîne. Besê Raperîn a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşiya, yekemîn çalakiya xwe ya gerîla li herêma Metîna pêk anî. Şehîd Besê Raperîn ku li qadên herî dijwar şer kir, li Akademiya Şehîd Mahîr ji bo bibe gerîlayeke profesyonel beşdarî perwerdeyê bû. Li akademiyê perwerdehiya çekên giran distîne da ku hunera xwe ya leşkerî zêdetir bike û di çalakiyan de derbên giran li dagirkeran bide. Gerîla Besê ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, careke din vedigere çeperên berxwedanê. Gerîla Besê ku dixwaze li hemû çiyayên Kurdistanê bigere, li cihê ku dijminê dagirker lê be, li ber xwe dide. 

HETA HILMA XWE YA DAWÎ TÊKOŞIYA 

Gerîla Besê Raperîn ku dizanî li her çiyayekî Kurdistanê destanek tê nivîsîn û li her parçeyek axa wê xwîna bi hezaran lehengan diherike, bi vê hişmendiyê li ber xwe dide. Di sala 2014’an de diçe herêma şehîd Reşîd Serdar û Rojîn Gewdalar ya Zagrosê. Zagros di seranserê dîrokê de bûye cihê ku gelê Kurdistanê lê vehewiyaye. Ev herêm ji bo gerîla Besê dibe destpêkeke nû. Têkoşîna li çiyayên Zagros ên dijwar hêz û îrade dixwaze. Lê kesên ku li ser armancê disekinin, tu zehmetî û astengiyan nas nakin. Gerîla Besê ku bi armanca xwe ve girêdayîye, tu zehmetî û astengiyan nas nake. Gerîlla Besê ku herî zêde li serê van çiyayên bilind azadiyê hîs dike, bi tevlêbûna xwe ya jiyanê bala rêhevalên xwe dikşîne. Besê Raperîna ku pêşengiya rêhevalên xwe dikir ji kêliya ku têvlî PKK’ê dibe bû sembola ked, durustî û beşdariya fedaî. Piştî ku di sala 2015’an de dewleta Tirk a dagirker li dijî qadên gerîlla êrîş kir, gerîla Besê û hevalên wê li dijî van êrîşan berxwedaneke bê hempa nîşan dan.

Gerîla Besê ku di çalakiyên li qada Çarçela de derbên giran li dijmin xist, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd têkoşînek mezin nîşan da. Fermandara ciwan a YJA Starê Besê tu carî dagirkeriya li ser axa Kurdistanê qebûl nake. Ji bo ku dagirker li ser axa Kurdistanê bi rehetî nejîn, her tim çalakiyan li dar dixe. Gerîlla Besê ku bi zîrek bûn, îrade û azweriya xwe ya jiyanê nîşan dide ku jin çiqasî bi hêz in, di pratîka xwe ya 6 salan a li Zagrosê de serkeftinên mezin bi dest dixe. Şehîd Besê Raperîn ku her tim bi îradeyeke mezin li hemberî dijmin têkoşiya, felsefeya jiyanê ya Rêber Apo pejirand û di jiyanê de bû cîbicîkarê wê. Gerîlla Besê Raperîn ku bi hevrêyê xwe Welat Dîlbîrîn (Alî Ogmen) re heta nefesa xwe ya dawî di êrîşên dewleta Tirk de li ber xwe da, di 14’ê Tîrmeha 2019’an de tevlî karwanê şehîdan bû.