Aba: Mafê axaftinê ji destê me tê girtin

Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê Mûrad Aba, diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê axaftinê ji destê mirovan hatiye girtin û got, “Li Tirkiyeyê xebatek li ser yekrengiyê heye. Helbet li dijî vê rewşê em dertên.”

Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Mûrat Aba, da xuyakirin ku ew hîna hewl didin li erdnîgariya Kurdistanê mafên nifşên destpêkê ewle bikin û rizgar bikin û got, "Êşkence li mirovan tê kirin, mafê xwepêşandanê tê astengkirin. Heta mafê dengdayîn û bijartinê jî tê desteserkirin. Hewl didin bêhna civakê biçikînin. Em jî hewl didin pêşî li bêhna ku tê çikandin vekin.”

Hefteya Mafên Mirovan ku bi wesîleya 75’an salvegera Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) tê bi rêxistinkirin, ji aliyê parêzvanên mafan û rêxistinên girseyî yên demokratîk ve bi çalakî û aktîvîteyên cuda tê pîrozkirin. Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Amedê Mûrat Aba, li ser Hefteya Mafên Mirovan ji ANF'ê re axivî û got, "Weqfa Mafên Mirovan di sala 2022'yan de serlêdanên herî zêde yên êşkence û pêkanînên xerab qebûl kir. Encama ku ji vir derdikeve ev e: Hejmara mirovên ku li Tirkiyeyê rastî êşkenceyê tên zêde dibe. Mixabin mirov êdî nikarin peyvek jî bikin. Pêvajoyeke ku her tişt dikare bi îdîaya propagandaya rêxistinê were darizandin. Di asta herî bingehîn de li Tirkiyeyê mafê axaftinê ji destê mirovan hatiye wergirtin. Li welatên demokratîk mafê protesto, mafê dij derketinê û axaftinê heye, lê mixabin li Tirkiyeyê ev maf tê astengkirin.”

EM PIRRENGIYA CIVAKÊ DIPARÊZIN

Aba, girtin û zextên li dijî rojnamevanan ên di salên dawî de zêde bûye jî bibîr xist û wiha domand, “Ev rewş li Tirkiyeyê pêşî li ragihandina binpêkirina maf digire û êşkence belavî navenda jiyanê dibe. Rêjeya tundiyê li girtîgehan, kolanan, qadên civînan û xebatê derketiye astek mezin. Em di hewirek wiha de Hefteya Mafên Mirovan pîroz dikin. Mixabin li Tirkiyeyê xebatek a yekrengkirinê tê meşandin. Helbet em li dijî wê dertên. Em weke aliyê dijber; Em ê hewl bidin bi dengekî bilind ji raya giştî û civakê re pirsgirêkên xwe û pirdengî, pirrengiya xwe vebêjin.”

EM Ê LI DIJÎ BINPÊKIRINÊN MAF TÊBIKOŞIN

Aba, destnîşan kir ku desthilatdarî rêxistinên mafê mirovan kiriye dijberî xwe û li gorî wê tevdigere û wiha got, “Ji bo me hiqûqa navneteweyî girîng e. Li kuderê mafek were binpêkirin em li wir in. Dibe ku desthilatdarî ji her alî ve zext li me bike û hewl bide dengê me bibire. Lê em ê li dijî vê yekê têkoşîn bikin. Em ê pirrengiyê biparêzin.”