Droneyeke bombebarkirî li Zapê hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku çeperên şer ên gerîla ji aliyê artêşa Tirk ve bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatine bombekirin û diyar kir, li Zapê droneyeke bombebarkirî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên di navbera 10-13'ê Kanûnê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl,

12'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke bombebarkirî ku hewl dida bombeyan li çeperên me bibarîne, li hewayê hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

10, 11'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 11 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi rengê sor bûn.

12'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

11, 12 û 13'ê Kanûnê li herêma Metînayê Gundê Dergelê, Gundê Bêşîlî 5 caran, li herêma Qendîlê qada Şêx Nasir carekê, li herêma Xakurkê qadên Goşînê, Şehîd Şêrîf û Girê Rostê 8 caran, li herêma Garê Dola Mêranê, Xêrê, Kanîsarkê, Zengilê 6 caran bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."