Walîtiya Şirnexê li 14 herêman ‘qedexe’ îlan kir

Walîtiya Şirnexê ragihand ku 14 herêmên weke "Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî" îlan kirine.

Walîtiya Şirnexê 14 herêmên di nav sînorên navenda Şirnexê, Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê de weke "Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî" îlan kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Herêma Çiyayê Cûdî, Herêma Besta, Herêma Çiyayê Kurt, Herêma Kureşîn, Herêma Karaçali T. Herêma Kel Mehmet D., Herêma Serîn V., 2088 Rk T. Herêma Kuçuk Su Y., Herêma Gabarê, Altin Dag, Herêma Çiyayê Încebelê, Herêma Oymakaya û Herêma Tanin Tanin ji bo (15) panzdeh rojan di navbera 12’ê Kanûna 2023’yan (jî tê de) - 26’ê Kanûna 2023’yan (jî tê de) weke ‘Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî‘hatiye îlankirin."