Cenazeyê rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun hat veşartin

Endamê Meclîsa Şaredariya Sêgirkê ya Dem Partiyê û rêveberê partiyê Ahmet Gun ku di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da li Sêgirkê hate veşartin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun ê ku li gundê Taloka yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin. Gun ê ku danê sibehê dema bi kurê xwe re diçû darên zivistanê berhev dikir rastî êrîşa çekê hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gun ê ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ji bo veşartin birin bajarokê Sêrgirkê.

Cenaze bi konvoyeke qelebalix bi tevlîbûna rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER’ê anîn Goristana Serê Gund. Piştî nimêja cenaze li goristanê hat kirin, cenazeyê Gun bi dûayan ve hat veşartin.

Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Qilêbanê Abdullah Yaman piştî veşartinê axaftinek kurt kir û got: "Hevalê me Ahmet ji gel, dost û hevalên xwe re wekî keleh û hêlînê bû. Hevalê me Ahmet kesekî dilnizm û welatparêz bû. Ew kesekî dilsozê ziman, çand, erdnîgarî û neteweya xwe bû."

‘KUJERÊ WÎ DEWLET E'

Yaman anî ziman ku Ahmet Gun 40 sal in kedkarê gel û rêxistina xwe ye û wiha domand: “Hevalê me Ahmet îro ji aliyê zaliman ve bi awayekî neheqî hat şehîdkirin. Heval Ahmet ne ji aliyê kesekî ve ji aliyê dewletê bi xwe ve hatiye kuştin. Zarokên gelê Kurd 40 sal in her roj ji aliyê hêzên tarî ve tên şehîdkirin. Zîhniyeta dewletê bi salan bû sedem ku hevalê me Ahmet û gelek kesên wekî wî şehîd bibin. Hz. Elî dibêje ku li dinyayê du cure zilm hene. Yê pêşî yê ku zilmê dike û yê duyem jî yê li zilmê temaşe dike. Ji ber vê sedemê bila tu kes li zilma li ser hevalê Ahmet temaşe neke û qebûl neke. Ger em vê zilmê qebûl bikin em ê jî bibin şirîkê vê zilmê. Ji hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim.”

Piştî veşartinê gel ji bo sersaxiyê çûn mala malbata Gun.

Sersaxiya ji bo Gun wê li mala malbatê ya li Taxa Tolîgiyayê bê qebûlkirin.