Leşkerên Tirk careke din êrîşî karkeran kirin: 19 kes hatin binçavkirin

Jendermeyan careke din êrîş birin ser karkerên Ozakê ku 17 roj in li hemberî zext, mobbîng û derxistina ji kar li ber xwe didin. Di encamê de 18 karker û nûnerekî sendîkayê hatin binçavkirin.

Li Herêma Pîşesaziyê ya 1'emîn a Rihayê, çalakiya destberdana ji kar a karkerên Ozak Tekstîlê di roja 17'an de ye. Leşkerên Tirk bi bendan pêşî li karkeran birîn ku serê sibehê li hev kom bûbûn.

Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Kedêw (EMEP) Îskender Bayhan û Parlamentera Dîlokê Sevda Karaca piştgirî da karkeran. Leşkeran bi hinceta fermana walîtiyê bi ava şid, ço, mertal û fîşekên gazê êrîş birin ser karkerên di çalakiya rûniştinê de bûn. Di encama êrîşê de 18 karker û nûnerê BÎRTEK-SEN'ê hatin binçavkirin.

Parlamenter û xebatkarên çapemeniyê jî di nav de li gelek kesan hate xistin.

Karkeran dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriyan. Çalakiya karkeran dewam dike.