KCK'ê sersaxî ji xizmên qurbaniyên şewata li Soran xwest

KCK'ê ji ber şewata li navçeya Soran peyamek weşand û sersaxî ji xizmên qurbaniyan û tevahiya gelê Kurdistanê re xwest.

Di 8'ê Kanûnê de li navçeya Soran agir bi avahiyekê ket û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser bûyerê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama şewateke trajîk de ya li navçeya Soran hejmarek  ji welatiyên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, her wiha Iraqî jiyana xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn. Bi vê bûyerê em jî weke tevahiya gelê Kurdistanê xemgîn bû."

KCK'ê ji ber vê bûyera xemgîn sersaxî ji gelê Kurdistanê û bi taybetî jî xizmên qurbaniyan re xwest.

Ji bo birîndaran jî hêviya saxiyê xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em daxwazê ji Xwedê dikin ku giyanê nemiran bi bihuştê şad bike" û sebir ji xizmên qurbaniyan re hate xwestin.