Berxwedana fedaî ya gerîla...

Gerîlayekî ku tevlî oprasyona şoreşgerî bû: "Her tiştên artêşa Tirk hene, lê belê hin tiştên me hene ku bi wan re nîne. Ew jî îrade, fedakarî û biryardariya li ser armanca xwe ye. Yanî fedaîtî ye."

Li Rojavayê Zapê şerekî welê diqewime ku mîna kurteberiya şer û hemû raperînên li Kurdistanê ye. Şerê ku gerîla li vê derê li dijî dagirkeriyê dimeşîne, gaveke bi biryar e ji bo azadiyê û xwe dispêre mîrateyekê. Her gaveke xwe ji ya beriya xwe hîn xurtir û bi biryar e.

Artêşa Tirk dema ku dîmenê êrîşên li dijî gerîla diweşîne, bi balafirên şer û keşfê, bi tankan û hemû teknolojiya şer propagandayê dike. Bi van dîmenan qaşo nîşan didin ku 'kes nikare li ber bisekine'. Halbûkî di êrîşên hewayî, êrîşên gazên kîmyewî û teqemeniyên hefteyên dawî de zerar li gerîlayekî jî nehat. Berevajî vê yekê gerîla di bin vê bombardûmanê de çalakî û pêngavên êrîşê pêk anîn. Dest danîn ser çekên dagirkeran û dîmenê cenazeyên dagirkeran kişandin.

Baş e, gerîlayên PKK'ê bi çi şer dikin? Me ev pirs ji yek ji gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî ya li Herêma Rojavayê Zapê bû, pirsî ku beriya bersivê bide malzemeyên li çenteyê xwe nîşan da. Malzeme yek bi yek nîşan da û bi ken got, "Çekek, şarjorek, cîhazek, 5 bombe, lepikek, ya herî girîng jî kameraya li ser serî. Ji bo yekîneyeke artêşa Tirk bê tasfiyekirin ev malzeme bi xwe zêde ne, lê belê şer bi van nameşe. Ji bo lêxistina li dijmin yekane tişta ku pêwîstî pê heye bawerî ye. Belê keşf, balafir, tank, sîstemên çavdêriyê yên wan hene. Hejmara wan jî ji ya me gelekî zêdetir e, lê belê tiştên girîng bi me re hene ku bi wan re nîne. Ew jî îrade ye, fedakarî ye, biryardariya li ser armancê ye.  Yanî fedaîtî ye. Heta ku ev ruhê fedaî bi me re hebe bi çekekê û çend bombeyan em ê hîn gelek serketinan bi dest bixin."

Çalakiya ku piştî vê axaftinê hate kirin, nîşaneya pratîkî ya van gotinan bû. Leşkerên Tirk tevî mertalên xwe yên parastinê û zirxên xwe jî deqeyekê nekarîn çeperên xwe biparêzin. Dema ku fîşeka destpêkê teqiya, ji bo xwe rizgar bikin pê li hev kirin, pê li cenazeyan kirin û reviyan. Dîmenê ku ji aliyê gerîla ve hate kişandin vê rastiya şer radixe pêş çavan ku propagandaya artêşa Tirk vala ye. Gerîla bi îrade û hêrsa tolhildanê kelehên dagirkeriyê bi erdê re dikin yek. Mîna ku gerîla got, ji bo têkbirina dijmin li çiyayên Kurdistanê yekane tişta pêwîstî pê heye, li dil, mejî û pratîka gerîla hatiye neqişandin.