Şandeya Jinan a Navneteweyî li Amedê ye

Şandeya Jinan a Navneteweyî li Amedê serdana Nobedarên Edaletê, MED TUHAD-FED, OHD û Odeya Tabîban a Amedê kir.

Şandeya Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk tê ku ji gelek welatên Ewropayê parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de hene, piştî Stenbolê li Amedê jî çûn serdana saziyên sivîl.

DAYIKÊN DI NOBETÊ DE NE TECRÎDÊ RAVE KIRIN

Şande, ewil çû serdana NobeTa Edaletê ya li navçeya Rezan a Amedê ku ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dane destpêkirin.

Dayikên di nobetê de, tecrît û bûyerên civakî yên ji ber tecrîdê derdikevin holê ji şandeyê re ragihandin. Piştre malbatên nobedar diyar kirin ku rêya çareserî û aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku zext li saziyên Ewropayê were kirin.

Şande piştre bi hevserok û endamên rêveberiya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê (MED TUHAD-FED) re hevdîtin pêk anî. Li vir endamên MED TUHAD-FED'ê pirsgirêkên binpêkirina mafan, zext, tecrîd û tecrîda li girtîgehan ji heyetê re vegotin. Şande nîşe girtin û diyar kirin ku li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceya li girtîgehan çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Şande piştî serdana MED TUHAD-FED'ê derbasî Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bû û li vir ji aliyê Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter û yên gel wê  hat pêşwazîkirin. Endamên OHD'ê kêmasiyên hiqûqî ji şandeyê re vegotin û bal kişandin ser bêhiqûqiya tecrîda li Îmraliyê.

Şande piştre derbasî Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çanda bi Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine (MEBYA-DER) bûn. Endamên MEBYA-DER'ê der barê îşkenceya li cenazeyan, êrîşên li ser goristanan û tiştên di dema veşartinê de qewimîn agahî dan şandeyê.

Di dawiyê de şande çû serdana Odeya Tabîban a Amedê.