Hat îdakirin ku kesên rêveberê Dem Partiyê qetil kirine cerdevan in

Hat îdiakirin ku kesên rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Sêgirkê Ahmet Gun bi guleyan qetil kirin, cerdevan in.

Li gundê Taloka yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê, vê sibehê bi guleyan êrîşî Endamê Meclisa Şaredariyê ya Sêgirkê û Rêveberê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêgirkê Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun kirin. Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û tedawiya kurê wî berdewam dike.

Ahmet Gun, kurê wî Abdurrahîm Gun û biraziyê wî Mahmût Gun ji bo zivîstanê ezîngan berhev bikin çûn eraziya vala. Di vê navberê de hin kesan pêşiya wan girt. Piştre bi guleyan êrîşî bav, kur û biraziyê kirin.

Bav Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Abdurrahîm Gun ji lingê xwe birîndar bû û leşkerên ku hatin herêmê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.  

Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenazeyê Gun rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.  

Nehat zanîn bê ka nîqaş ji ber çi çêbûye. Lê tê îdakirin ku kesên êrîşî bav û kur kirine cerdevanên li herêmê ne.

Cenazeyê bav Gun piştî karên otopsiyê wê li bajarokê Sêgirkê bê veşartin. 

Hat hînkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.