Kolberê birîndar piştî 17 rojan jiyana xwe ji dest da

Kolber Hebîb Rezayî ku di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de birîndar bûbû, piştî 17 rojan jiyana xwe ji dest da.

Kolber Hebîb Rezayî (52) ku beriya 17 rojan di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Hebîb Rezayî xelkê bajarê Ciwanro ye, li sînorê bajarê Newsud ê ser bi Kirmaşanê di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de birîndar bûbû. Hebîb Rezayî ji ber giraniya birîna xwe îro danê sibehê li nexweşxaneya Ciwanro jiyana xwe ji dest da.

Tê payîn cenazeyê Hebîb li goristana Hacî Îbrahîm ya li Ciwanro bê veşartin.