Endamê Dem Partiyê Ahmet Gun hate qetilkirin
Li Qilebanê wesayita Ahmet Gun ê reveberê DEM Partiyê dan ber guleyan û di encama bûyerê de Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da.
Li Qilebanê wesayita Ahmet Gun ê reveberê DEM Partiyê dan ber guleyan û di encama bûyerê de Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirk ya navçeya Qileban a Şirnexê, wesayîta ku Rêveberê Rêxistina Bajarokê a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun tê de hate gulekirin.
Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku Ahmet Gun û kurê wî ji bo berhevkirina daran li cihê bûyerê bûn.