Dayikên li Wanê di nobeda edaletê de ne: Bila tecrîd bi dawî bibe

Çalakiya Nobeda Edaletê ya Wan TUHAY-DER'ê di roja 7'an de ye. Dayikan bang li hikumetê kirin ku daxwazên girtiyan qebûl bike.

Li Wanê ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li girtîgehan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya TUHAY-DER'ê nobeda edaletê hefteya derbasbûyî destpê kir û dewam dike. Dayikên aştiyê nobeda edaletê ya ku hefteyek li pey xwe hişt ji ANF'ê re nirxandin û bang li hikumetê kirin ku dawî li tecrîdê bîne û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi cih bîne.

'EM DAYIK HEMÛ LI HEV KOM BIBIN Û TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN'

Ji çalakgerên nobeda edaletê Eynî Atabay got, "Em li vir di nobedê de ne, ji ber ku zarokên me di greva birçîbûnê de ne û li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye, bi salan e malbat û parêzerên wî nikarin hevdîtinê pê re bikin. Tecrîd li ser tevahiya Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji ber vê yekê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û çareserî pêk were. Di her greva birçîbûnê de bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest didin, bila ev yek nebe. Zarokên me di greva birçîbûnê de ne û ji bo piştgiriya wan em li hev kom bûne. Bila çareyek bê peydakirin, tecrîd bê rakirin. Bila mirov nemirin. Banga me li dayikan hemûyan e; dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê divê li hev kom bibin. Vî şerî zerar da her kesî. Bila zarokê ti dayikê nemire, dayik negirî. Di nava 40 salan de tiştên nebaş qewimîn, zarok, ciwan mirin. Em dibêjin; Êdî bes e. Em aştiyê, edaletê dixwazin. Em li vê xakê hatin dinyayê, me li vê xakê ked da. Em biyanî nînin, em xwediyê vê xakê ne."

'BILA GELÊ ME XWEDÎ LI GIRTÎGEHAN DERKEVE'

Ji çalakgerên nobeda edaletê dayika aştiyê Yildiz Tûncer jî got, "Em berxwedana li zindanan silav dikin. Weke dayik em dibêjin; bila tecrîd bê bidawîkirin. Gelê Kurd hemû vê yekê dixwaze û em li vir dibin dengê wan. Dayik hemû ji bo aştî, edaletê li vir in. Divê gelê Kurd bêdeng nemîne û xwedî li girtîgehan derkeve. Weke dayik em vê yekê dixwazin."