Hevserokê DBP'ê yê Îslahiyeyê hate binçavkirin

Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Îslahiyeyê Zekî Manas bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hate binçavkirin.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê navçeya Îslahiye ya Dîlokê Zekî Manas li Semsûrê piştî îfadeyên Mehmet Akcan ê ku ji "poşmantiya aktîf" cezayê wî hatibû kêmkirin, hate binçavkirin.

Manas piştî karên li qereqola jendermeyan bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve hate binçavkirin.

Piştre Zekî Manas şandin Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 ya Rihayê.