Li Wanê di asta rekorê de serlêdan li DEM Partiyê tê kirin

Li seranserê Wanê ji bo hevserokatiya şaredariyê 120 jin, 170 mêr bi giştî 290 kesî serî li DEM Partiyê dan.

Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajarê Wanê yê DEM Partiyê Delîl Aksoy diyar kir ku bi dirûşma '14 ji 14'an' ew xwe ji bo hilbijartinên xwecihî yên sala 2024'an amade dikin û ji bo têkbirina rejîma qeyûm bang li her kesî kir ku xwedî li partiya xwe derkevin.

Li Wanê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de ji 14 şaredariyên li bajêr 10 şaredarî ketin destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). 4 şaredarî jî kete destê AKP'ê. Şaredariyên Ebex, Tûşba û Artemêt ên HDP'ê qezenç kiribûn, bi hinceta biryarnameya di hukmê qanûnê de ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve radestî namzetên AKP'yî yên windakirî hatin kirni. Bi vî rengî hejmara şaredariyên HDP'yî tevî şaredariya bajarê mezin daket 7'an. Piştre jî li hemû şaredariyên HDP'ê qeyûm hate danîn. Qeyûman meclîsên şaredariyê betal kirin û bi çend karmendên tayînkirî dest bi rêvebirina şaredariyan kirin.

QEYÛMAN ŞAREDARÎ XISTIN NAVA ÇIRAVA DEYNAN

Qeyûmên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatin tayînkirin bi karên nelirê yên li şaredariyan deng vedan. Qeyûman malên şaredariyan hemû firotin û şaredarî xistin nava çirava deynan.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ku piştgiriyeke xurt ji gel werdigire, tê payin ku di hilbijatrinên 31'ê Adara 2024'an de şaredariyan hemûyan bi dest bixe. DEM Partiyê beriya hilbijartinê biryara 'pêş hilbijartin' da û serlêdaneke zêde destpê kir. Heta niha 290 kesî ji bo hevşaredariyê serlêdan kirine. Ji vê hejmarê 120 jê jin, 170 jî mêr in. Her wiha ji bo endametiya meclîsa şaredariyê jî bi giştî 320 serlêdan hatine kirin. Ji sedî 40 ê van serlêdanan jî ciwan in.

Serlêdana ji bo namzetiyê wê 20'ê Kanûnê bi dawî bibe. Tê payin ku ev hejmar heta wê demê bi du qatî zêde bibe.

'EM Ê LI WANÊ JI 14 ŞAREDARIYAN 14'AN BI DEST BIXIN'

Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr a DEM Partiyê Delîl Aksoy li ser serlêdanan axivî û anî ziman ku ew bi tedbîrên xurt ên ji bo hilbijartinê kar dikin. Delîl Aksoy got, "Bi vî karê xwe em bi dirûşma 'Li Wanê 14 ji 14'an' bi rê ketine. Li Wanê ku paytexta herêma Serhedê ye, em ê hilbijartineke xwecihî pêk bînin ku wê bibe bersiv ji Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê re. Bila kes jê fikaran neke. Em ê namzetên bi dilê her kesî nîşan bidin. Ji her derdorê serlêdan tê kirin. Her kesên ku dixwazin dawî li rejîma qeyûm bînin û dixwaze bi berpirsyarî rabe, serî li me didin."

'NAMZET WÊ JI ALIYÊ GELÊ ME VE BÊ DIYARKIRIN'

Aksoy ragihand ku namzet wê teqez ji aliyê gel ve bêne diyarkirin û got, "Em ê sindoqê dînin ber gelê xwe û her namzeta/ê ji wê sindoqê derket wê bibe namzeta/namzetê me. Bila di serê hevalên me yên namzet de teqez fikar nebe. Di sindoqa gel de bê hilbijartin, mazbatayê ji me bixwaze. Em dixwazin ji 14 şaredariyan her 14'an jî bi dest bixin. Bila gumana kesî nebe. Li navçeyên ku me berê bi dest nexistibûn jî serlêdaneke zêde ya namzetiyê heye. Hem ji bo hevşaredariyan hem jî ji bo endametiya meclîsê daxwazeke zêde heye. Bi taybetî hevalên jin serlêdanê dikin, lê belê em li benda hîn bêhtir serlêdana hevalên jin in. Di nava me de temsîliyeta wekhev heye. Jin, mêr em xwe ji bo vê hilbijartinê amade dikin. Di vê mijarê de li benda piştgiriya gelê xwe ne. Çiqas serlêdan zêde bin, em ê ewqasî bi xurtî derkevin pêşiya gelê xwe. Her kesên serlêdanê dikin hevalê me ne, hevrêyên me ne. Ji ku tê bila bê, her kesên têne vî derî destketiya me û gelê me ne. Ji bo qewirandina qeyûmên AKP-MHP'ê çi ji destê me bê em ê bikin. Bila hevalên me ji me bawer bikin û serlêdanan bikin."