Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê hate binçavkirin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdegirtina serê sbiehê de Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Remziye Bayhan hate binçavkirin.

Hevseroka Navçeya Nisêbînê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Remziye Bayhan serê vê sibehê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hate binçavkirin.

Polîsên Tirk derî şikandin û alavên li malê ji hev belavkirin. Remziye Bayhan birin Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Mêrdînê.

Remziye Bayhan beriya niha li navçeyê piştî bûyera şehîdbûna gerîlaya YJA Starê Kader Acar a 25'ê Tîrmehê hatibû binçavkirin.

Hate ragihandin ku polîsên Tirk ji malbata Remziye Bayhan re ragihandiye ku binçavkirina wê ji ber heman bûyerê ye.