Yek ji cerdevanên ku tê îdiakirin Gun qetil kiriye, teslîm bû

Ji ber êrîşa çekdarî ya li dijî rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û kurê wî 4 kesên ku 3 jê cerdevan in der barê wan de lêgerîn heye. Hat hînbûn ku yek ji wan 60 salî teslîmî leşkeran bû.

Endamê Meclîsa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun, li gundê Taloka yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû û kurê wî jî birîndar bûbû.

Têkildarî êrîşê agahiyên nû derketin holê. Li gor agahiyên bi dest kestin, hat diyarkirin ku Enver Babat (60), Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekîr Babat êrîşî Gun û kurê wî kirine. Qereqola cendirmeyan der barê van kesan de biryara lêgerînê girt. Hat hînkirin ku ji van kesan Enver Babar ji bo îfadeyê teslîmî leşkeran bûye.

Ji van kesên tê îdiakirin êrîşa çekdarî pêk anîne Enver Babar û Siddik Babat cerdevan in û kurê Siddik Babat Enver jî berê cerdevanî kiriye, lê paşê ji cerdevantiyê hatiye avêtin.