'Heta ew di greva birçîbûnê de bin, rûniştin li me nabe'

Afîfe Kartal ku kurê wê yê girtî di greva birçîbûnê de ye û ew jî li Nobeda Edaletê ye wiha axivî, "Di rewşekê de ku zarokên me li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne, em çawa dikarin li malê bi rehetî rûnên?"

Dayika Mûhammed Kartal ê di greva birçîbûnê de ye Afîfe Kartal got, "Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê zarokên me dest ji greva birçîbûnê bernedin."

Mûhammed Kartal ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê li hucreya yek kesî dest bi greva birçîbûnê kir, di sala 2017'an de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li mala xwe ya li Amedê hate girtin. Dayika Mûhammed Kartal Afîfe Kartal ji ANF'ê re axivî û got, "Roja cejnê kurê min girtin û xistin girtîgehê. Di serdegirtina malê de berê çekê dan serê min û gef li hevserê min xwarin. Kurê min 6 sal in ji ber îfadeya kesekî girtî ye."

'EM DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Kartal anî ziman ku dema greva birçîbûnê destpê kir ew bi telefonê bi kurê xwe re axivî û got, "Min jê re got ku me ji bo wan dest bi 'Nobeda Edaletê' kirine. Gelekî kêfa wî hat. Piştgirî da nobeda me û her kes pîroz kir. Min jî jê re got ku hemû girtiyên tevlî greva birçîbûnê bûne pîroz dikim û em ê bi wan re bin. Moralê wî baş bû. Zarokên me heta ku tecrîd bi dawî bibe wê dest ji greva birçîbûnê bernedin. Ew ê li nava çar dîwaran, em ê jî li qadan têkoşîna xwe dewam bikin. Em piştgiriyê didin doza wan a mafdar. Bang li malbatên welatparêz hemûyan dikim; piştgiriyê bidin ku tecrîd bi dawî bibe û greva birçîbûnê ya zarokên me biqede."

'HETA KU GREVA BIRÇÎBÛNÊ NEQEDE, NOBED JÎ NAQEDE'

Kartal diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe, tecrîda li ser zarokên me jî wê bi dawî nebe. Heta ku zarokên me di greva birçîbûnê de bin em ê jî li vir nobedê dewam bikin. Ez nexweş im, sê caran anjiyo bûm, tevî vê yekê jî ji bo zarokên me li vir im û dest jê bernadim. Di demekê de ku zarokên me li girtîgehê ketine greva birçîbûnê wijdanê min rehet nîne. Di rewşeke bi vî rengî de çawa dikarim li malê bi rehetî razêm? Em dixwazin ku zarokên me bi saxî ji girtîgehan derkevin. Timî bi tundiyê bi ser me ve hatin. Em ê vê neheqiyê qebûl nekin."