Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir

Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, kolberekî din ê Kurd jiyana xwe ji dest da.

 

Li gorî nûçeyên medya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê duh êvarê gule li kolberên li herêma Hengejal a ser bi parêzgeha Bane reşandine; Ahmed Sadiqî yê 32 salî jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku Ahmet Sadîqî zewicî û bavê du zarokan e.

Li gorî bîlançoya 10 mehên dawî, di encama gulebarana hêzên Îranê tenê li nava sînorên Bane de 18 kolber hatin qetilkirin.

Duh di encama gulebarandina li ser sînorê Bane de 3 kolberên din jî birîndar bûn.