Hebûna artêşa Tirk zirarê dide xwe

Hebûna artêşa Tirk a faşîst a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku bi aqilê ‘’stratejiya bidawîkirina terorê’’ dixwaze herêmê dagir bike, zirarê dide xwe; tê dorpêçkirin û derbebeyên giran li ser hev dixwe.

Gerîla qadên xwe baş nas dike, baş dizane û li gorî şert û mercan hesabên xwe baş dike. Gerîla xwe mehkûmî tu demsalan, bêîmkanan, rewşên baş û xirab nake û ji rewşên heyî gazindan nake. Ji ber wê jî hêzên dagirker ên Tirk li hemberî operasyonên şoreşgerî yên dawî tevizîne û nizanin ku gerîla wan li ser tiliya xwe direqisîne.

HPG’ê di salên borî de biryara jinûveavabûnê girt û li ser vê biryarê kûrtir bû, girêdayî stratejiyên şer ên nû derbasî sala 2023’yan bû. Gerîlayan di çarçoveya xwejinûveavakirinê de xwe perwerde kir û xwe bi pêş ve bir û di vê serdema nû de jî weke hemû caran rê neda hêzên faşîst ku xaka Kurdistanê dagir bikin. Şêwaz û taktîkên nû yên gerîla êrîşên dijmin têk birin û derbên mezin li wan xist.

Êrîşên hovane yên artêşa faşîst a Tirk ku hemû rêgezên şer binpê dike, di nava 8 salên dawî de gelek caran hatin belgekirin. Di êrîşên ku weke Pençe, Kilit, Kartal, Erenê bi nav kirine de gelek caran hewl dan ku encamê jê bigirin. Artêşa Tirk a faşîst bi gazên termobarîk, fosfor û kîmyewî ku li gorî peymanên navneteweyî bikaranîna wan qedexe ye bi kar anî û tevî vê yekê jî tim li hemberî gerîla bêçare ma. Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê; Artêşa Tirk a faşîst di sala 2021’an de 367, di sala 2022’yan de 3 hezar û 152, di navbera 14’ê Nîsan û 14’ê Cotmeha 2023’yan de 3 hezar caran çekên kîmyewî li hemberî gerîlayan bi kar aniye. Tevî vê yekê jî artêşa dagirker encamên ku dixwest bi dest nexist û li gelek herêman kete bin kontrola hêzên gerîla.

RASTIYA KU ARTÊŞA TIRK JI BÎR KIRIYE

Şerê bêexlaqî ku faşîzma Tirk di çarçoveya dagirkerî û qirkirina Kurdan de ji xwe re kiriye hedef ew 8 salên dawî ye dixwazin bi stratejiyeke nû bidomînin. Aqilê artêşa Tirk a faşîst ku qaşo di çarçoveya ‘’stratejiya bidawîkirina terorê’’ de tevdigere û ji ber vê stratejiyê van rojan di nava rewşeke pir zehmet de ye. Li gorî dagirkeran ew dikarin hêzên gerîla bêbandor bikin lê belê dema ku ev stratejî xistin meriyetê, hesaba ku herêmên ku lê ne wê ji aliyê hêzên gerîla ve werin dorpêçkirin, nekirin. Dema ku artêşa dagirker planên dorpêçê dikir li hemberî tevgera dorpêçkirina gerîlayan rû bi rû man û ji ber derbên giran ên gerîla matmayî man. Divê neyê jibîrkirin ku gerîla hêzeke asîmetrîk e. Bi min dema ku artêşa faşîst stratejiya bidawîkirinê dixist meriyetê ev rastî ji bîr kiriye Ev stratejiya artêşa Tirk ji bo gerîlayan berjewendiyek e.

KETIN NAV DESTÊN GERÎLAYAN

Gerîlayên azadiyê li hemberî vê stratejiya dijmin şêwazeke çawa pêş xistin? Li dijî vê nêzîkatiyê sekn û rêbaza şerî yên gerîla çawa ye? Gerîla çima rêyeke wiha hilbijart? Ev pirs divê bên bersivandin. Em dikarin van pirsan wiha bibersivînin. Leşkerên dewletê ku hemû kole ne, plan dikirin ku li van herêman bi cih bibin û li herêmên gerîlayan derbên giran li gerîlayan bixin lê belê nizanin ku bi vê yekê wê derbên giran bixwin. Bi hatina li van herêman ketin destê gerîlayan.Bi rastî jî bicihbûna leşkerên Tirk li hin herêman ji bo gerîlayan gelekî baş bû. Divê neyê jibîrkirin ku; Gerîla qadên xwe baş nas dike, baş dizane û li gorî şert û mercan hesabên xwe baş dike. Gerîla xwe mehkûmî tu demsalan, bêîmkanan, rewşên baş û xirab nake û ji rewşên heyî gazindan nake. Gotina; 'Gerîla li her derê ye û di heman demê de ne li tu derê ye' belasebeb nehatiye gotin. Erê gerîla li her derê ye û di heman demê de ne li tu derê ye. Li gorî rastiya şerê heyî, gerîlayên azadiyê jî li gorî stratejiyên xwe yên şer çalakiyan pêk tînin û di van çalakiyan de encamên baş bi dest dixin. Gerîla ji bo ku bigihîje armanca xwe tim li ber xwe dide û heya encamên baş nestîne jî nasekine. Jixwe wateya gerîla ev e. Mînakên pratîkên şerê gerîla yên bi vî rengî yên şênber gelek in.

EZ RÊ NADIM KU TU BIKEVÎ LI VAN HERÊMAN

Li gorî artêşa dagirker a dewleta faşîst, bicihbûna li qadên gerîlayan serkeftin bi dest xistiye lê belê dema ku bi hêzên gerîla re rû bi rû ma, weke her carê tevizîn. Barîna berfa zêde ji gerîlayan re nebû asteng. Di dîmenên operasyona şoreşgerî de, çalakiyên serkeftî yên gerîlayan tevî şert û mercên zehmet ên zivistanê bi awayekî baş xuya dikin. Weke ku em di dîmenan de jî dibînin, gerîla li hemberî barîna berfê û şert û mercên dijwar ên zivistanê, bi hêsanî têlê dibire û bi lez ber bi hedefa xwe ve diçe. Di van dîmenan de sekn, wêrekî û cesareta gerîlayan heyraniyeke mezin li ser me peyda dike. Ev çalakiya li Xakurkê vê peyamê dide: ‘’Di her firsendê de çi havîn çi zivistan wê tim qirika te di nav destên min de be, ez rê nadim ku tu bikevî van herêman.’’ 88 leşkerên artêşa Tirk di van operasyonên berfireh de hatin cezakirin, dewleta Tirk ev rastî ji gelê xwe veşart û her çend li ser çapemeniya xwe ya derewîn parve neke jî gerîla her roj van dîmenên dagirkeriyê, bi kûnyeyên leşkeran ku nav û paşnavê wan li ser in û cenazeyên wan yên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve tên şewitandin, parve dike.