Cezayê girtîgehê li mamostayê zimanê Kurdî hate birîn

Dewleta Îranê salek cezayê girtîgehê li mamostayê zimanê Kurdî Seywan Îbrahîm birî.

Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, bi hêceta ‘Têkdana aramiya giştî’ Dadgeha Sine salek ceza li mamostayê zimanê Kurdî û endamê Desteya Rêveberiya Encûmena Civakî ya Nujîn, Seywan Îbrahîmî biriye. Li rexa salek ceza, cezayê lêdana 40 qawîşan jî li Seywan hate birîn.

Li gorî heman çavkaniyê Seywan piştî biryarê hatiye binçavkirin û veguhestine girtîgeha navendî ya Sineyê. Her wiha eger cezayê dosyayên din jî li Dadgeha Temîzê were pejirandin, wê 10 sal ceza li Seywan were birîn.

Seywan Îbrahîm yek ji mamostayên zimanê Kurdî ye û di heman demê de hevserê Zara Mihemedî ye.

Hêjayî gotinê ye Mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê sala borî ji aliyê dadgeha dewleta Îranê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê piştre bi efûya giştî hatibû berdan.