KCK’ê Firyad Hîranî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî pêşmergeyê dêrîn Firyad Hîranî bi bîr anî û di serî de malbata wî, sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê re xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî wefata pêşmergeyê dêrîn, rojnamevan û endamê KNK’ê Fiyar Hesen Ehmed (Firyad Hîranî) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetekî navdar ê Başûrê Kurdistanê, pêşmergeyê dêrîn, rojnamevan û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Firyad Hesen Ehmed ku bi navê Firyad Hîranî tê naskirin, gihîşt destê me. Bi vê boneyê em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, heval û xizmên Kak Firyad re dixwazin û em xwe hevxemê wan dizanin.

Kak Firyad Hîranî wek mirovekî azadîxwaz, kedkar û welatparêz di temenekî biçûk de tevlî Partiya Şoreşger a Kurdistanê bûye û piştre di Partiya Komunîst a Kurdistanê de têkoşîna xwe domandiye. Di raperîna gelê me de li başûrê Kurdistanê bi taybetî di azadkirina Hewlêr û Kerkûkê de roleke çalak lîstiye. Kak Firyad Hîranî, wek nivîskarekî xwedî ezmûn û pênûseke bihêz di danasîna doza rewa ya miletê me û agahdarkirina gelê Kurdistanê de roleke girîng lîstiye û têkoşîna xwe bi karê xwe yê rojnamevaniyê domandiye.

Qonaxa dawî ya têkoşîna siyasî û civakî ya Kak Firyad Hîranî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bû ku wek kesayetekî neteweyî û welatparêzekî ji dil ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd xebat kirin. Kak Firyad Hîranî di vê hemû qonaxa jiyana xwe ya siyasî û civakî de bûye cihê rêzgirtin, bawerî û baweriya hevalên xwe û gelê xwe.

Careke din bi boneya wefata Kak Firyad Hîranî, em sersaxiyê ji gelê Kurd, hevrê û hevsenger û endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê re, bi taybetî ji malbata wî ya hêja re dixwazin. Em hêvîdar in ku Yezdanê mezin ruhê wî bi bihişta berîn şad bike û sebr û teselîyê bide malbat û hevalên wî.”