Cenazeyê gerîlaya YJA Starê piştî 6 mehan radestî malbatê kirin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Fecîl Çilû ya li Bestayê şehîd bibû, piştî 6 meh şûn de radestî malbata wê hat kirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Selma Şevlîg (Bêrîtan Fecîl Çilû) ya li Bestayê şehîd bibû, piştî 6 meh şûn de radestî malbata wê hat kirin. Malbata gerîla Bêrîtan Facîl Çilû ku çawa bihîstibû keça wan şehîd bûye, berê xwe dabû Şirnexê, lê ji ber ku cenaze nedihat naskirin ji bo DNA'yê xwîn dabû. Lêbelê cenazeyê gerîla Bêrîtan Facîl Çilû bêyî agahiya malbatê li goristana bêkesan a bajêr hatibû definkirin.

Piştî 5 mehan encama DNA'yê diyar bû. Malbata gerîla Bêrîtan Facîl Çîlû ku ji Stenbolê hat Şirnexê cenazeyê keça xwe girt û ji bo ku definkirinê cenaze ber bi Bedlîsê ve bir.