Êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hate kirin

Bi dronan êrîşî baregeha DYE’yê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hate kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, beriya niha demek kurt, bi rêya balafirên bê mirov êrîşî baregeha hêzên Hevpeyman û Emerîka ya li balafirgeha navnetewî ya li Hewlêrê hatiye kirin.

Li gorî heman agahiyan sîstema parastinê, balafirên bê mirov ji hewa ve teqandine.

Heya niha ti kes yan jî komê, berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ragihandibû ku ji 17’ê Cotmeha 2023’yan ve, 115 êrîş li dijî hêzên wan yên li Iraq û Sûriyeyê çêbûne.