Ji ber ku cenaze hatine şewitandin, malbatan nekarîn teşhîs bikin

Hat diyarkirin ku cenazeyên 3 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Bagokê de şehîd bûn, ji ber ku hatine şewitandin malbatan nekarîn teşhîs bikin.

Di 27’ê kanûnê de li 9 taxên çoltar ên Nisêbîn a Mêrdînê qedexe hatibû ragihandin û operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona leşkerî hêj jî didome. Hat zanîn ku liv û tevgera leşkerî ya bi alîkariya helîkopteran a li herêmên Elîn, Bahmînîn, Fisqîn, Mişawil, Geliyê Sor, Efşê, Qudbê, Yol û Şekrînê ku walîtiyê weke “herêma ewlehiya taybet” ragihandiye, didome.

Sê cenazeyên ku tê gotin ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne, duh rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û piştre jî ji bo teşhîsê bang li malbatên wan hate kirin.

Malbatên ku duh ji bo teşhîsê hatin Merdînê, ji ber zirara ku artêşa tirk daye cenazeyan, nekarîn cenazeyan teşhîs bikin. Hat zanîn ku cenaze hatine şewitandin, hinek lebatên laş kêm in û malbat piştî dayîna mînaka xwînê ji bajar derketin.

Malbatan da zanîn ku ji ber zirara gihiştiye cenazeyan di serê wan de gumana bikaranîna çekên kîmyewî çêbûye û gotin ku ji wan re tı agahî nehatine dayîn bê ka cenaze çawa xistine vî halî.