Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di sala nû de wê têkoşîna me mezin bibe

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê sala nû ya hemû alema Xirîstiyan û civaka Êzidî pîroz kir û got: “Em ê di sala nû de ji bo mayîndekirina ‘Şengala Xweser’ têbikoşin."

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bi boneya sala nû peyameke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser di destpêka peyamê de pîrozbahî li hemû alema Xirîstiyan, civaka Êzidî û gelê Kurd kir û wiha hate gotin: “Bi mezinkirina têkoşîna bihevre jiyankirina gelan emê li dijî hemû hêzên desthilatxwaz, şerxwaz, mêrsalar, olperest û neteweperest hewla avakirina cîhaneke azad û demokratîk bidin.”

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), diyar kir wan saleke dijwar a têkoşînê li pişt xwe hiştiye û got: “Di sala 2023’an de gelek şerên dijwar çêbûn û ev şer bêyku bigihijin çareseriyekî derbasê sala nû bûn. Bi hezaran mirov hem di şerên çavkaniya xwe ji desthilatdaran tên girtin de jiyana xwe ji dest dan, hem jî ji ber têkçûna hevsengiya xwezayî di encama afetan de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê saleke dijwar em li pişt xwe dihêlin û pêşwazî li saleke nû dikin. Lê hêviya me ya jiyaneke azad û demokratîk zindiye û îdîaya me ya avakirina jiyaneke nû ji bo hemû gelên bindest û azadîxwaz jî mezin e.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê sala nû ya Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pîroz kir û êrîşên dewleta Tirk ên li ser destkeftiyên wan şermezar kir û wiha pêde çû: “Têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo xweseriyê û ya Şengalê di sala 2023’an de rûberûyê êrîşên dijwar yên dewleta Tirk a dagirker hat. Lê wê têkoşîna me bi avakirina Şengaleke Xweser û mîsogerkirina statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû êrîşên dagirkeran û sermayedar têk bibe. Em ê weke Rêveberiya Xweser a Şengalê di vê sala nû de têkoşîna xwe ya ji bo azadî û xweseriyê li gel hemû gelên herêmê berfirehtir bikin û serkeftinên mayînde bidest bixin.”

Rêveberiya Xweser bi taybet qurbaniyên şewata Hemdaniyê ya Mûsilê jî di peyamê de bi bîr anî û ev peyam hate dayîn: “Gelê me yê Mesîhî yên Mûsilê di nava sala borî de bûyereke weke komkujiyê jiyankirin û êşeke mezin jiyankirin. Em dûbare hevxemiya xwe bi wan re parve dikin û dibêjin, emê bihevre Mûsilê bikin, bajarê pêkvejiyana gelan, bi hêviya êdî rûberûyê ti êşeke mezin neyên, sala wan ya nû pîroz dikin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi taybet sala nû li hemû Êzidiyên li Şengalê, li Şêxan û Mûsilê, koçberên li kampên Herêma Kurdistanê dijîn, li Êzidiyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya, Ewropa, Ermenîstan û Bakurê Kurdistanê pîroz kir û hate gotin: “Civaka Êzidî di sala 2023’an de gelek pêşengên xwe yên egîd ji dest da, lê bersiveke herî watedar jî da dijminên civaka Êzidî. Vegera gelê me yê Êzidî li Şengalê, li her devera  cîhanê û bi taybet jî li Şengalê careke din xwedî derketina li rê û resmên xwe yên olî û pîrozbahiyên girseyî di nava salê de bûye bersiva herî xurt ji hemû dijminên me re. Veger û xwedî derketina li Êzdayetî û destkeftiyên Rêveberiya Xweser, hêz daye têkoşîna me ya ji bo ‘Şengaleke Xweser û Demokratîk’. Pêwîste hemû Êzidiyên li welat û derveyî welat xwedî li bîr û baweriya xwe derkevin, ji bo parastina destkeftiyên Êzidiyan yên Rêveberiya Xweser a Şengalê li her derê têbikoşin û xwedî derbikevin. Civaka Êzidî di vê sala nû de ji bo ji nûve avakirina Şengalê û vegera hemû koçberan madî û manewî seferber bibin. Li her devera hene ji bo mafê xwe yê xwe rêvebirin û parastinê li Şengalê mîsoger bibe, hemû derferên xwe bixin tevgerê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên siyasî û leşkerî çi dibin bila bibin, êdî wê nekarin di têkoşîna Rêveberiya Xweser de bê îdîabûn çêbike û wiha dirêje bi peyamê hate dayîn: “Di dawiya salê de bi rêya hilbijartinan û bi rêya êrîşên hewayî, xwestin gelê me bê moral bikevin sala nû. Lê gelê me yê zana bûye û polîtîk bûye, wateya van êrîşan fêm dikin û dizanin wê di sala nû de bersiveke çawa bidin. Ji ber vê em bawer dikin, wê di sala nû de hem hemû koçberên me vegerin ser cih û warê xwe, hem jî emê ji bo naskirina statûya Rêveberiya Xweser a Şengalê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Rêveberiya Xweser bi boneya peyama sala nû, salvegera damezrandina Meclîsa Damezrîner a Rêveberiya Xweser 14’ê Çileyê jî peyamek da û wiha hate gotin: “Em ji niha ve salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a Şengalê ku biryareke dîrokîbû, li hemû şehîdan, li gelê xwe û hemû endamên me yên Rêveberiya Xweser ku bûne xwedî kedeke mezin pîroz dikin û ji bo salvegerê banga ji her salê zêdetir xwedî derketina li destkeftiyên xwe dikin. Pêwîste em salvegerê bikin sedema mezinkirina têkoşînê.”

Rêveberiya Xweser herî dawî 5 karkerên li Kora Simoqya şehîd bûn jî bi bîr anî û peyamê wiha bi dawî kir: “Ji bo em dawî li vê çanda şer a desthilatdaran bînin û bes ciwanên xwe yên xwedî xeyalên jiyaneke azadin ji dest bidin, emê têkoşîna gelên bindest û pêkvejiyanê mezin bikin. Dûbare yên ku di dawiya salê de vê êşê bi gelê me dane jiyankirin şermezar dikin û dibêjin, wê faşizm têk biçe, têkoşîna gelan a ji bo azadiyê û pêkvejiyanê serbikeve.”