Artêş dema ku di tevgerên leşkerî de bi bin dikevin, sûcê diavêjin yên ku tevgerê bi rê ve dibin û wan diguherînin. Bi vî rengî dihesibînin ku wê pêşî li windahiyan bigirin û bi ser bikevin. Guhertinên bi vî rengî dibe di şerên konvansiyonel de, yanî di şerê artêşên ku hêza wan hevseng de, weke taktîk were karanîn. Lê dema dema mijar têkoşîna gerîla, ev taktîk ti encamê bi xwe re nayîne. Berevajî koordîneyê şer ê nû qaşo ji bo xwe îspat bike, leşkerên xwe dixe şert û mercên herî nepêkan de. Niha rewşa ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime, vê yekê nîşan dide. Artêşa Tirk dema ku sala 2022’an windahiyên mezin wergirtî û têk çû, çareserî di sala 2023’an de bi guhertina fermandariya operasyon dît û sînorên tevgerê berfireh kirin. Ev fermandariya nû jî ji bo ku qaşo xwe îspat bike û reklama hêza xwe bike, bi zanebûn leşkerên şand li hemberî gerîla. Yanî leşkerên xwe şand mirinê. Gelek sedemên van windahiyên wan hene.
GERÎLA LI SER ESASÊ ARAZIYÊ BI ŞÊWAZÊ TAKTÎKA TÎM, DIJMIN TÊK DIBE
Doktrîna şerê şoreşgerî ya ku bi gerîlatiya modernîteya demokratîk hatî pêşxistin, li ser esasê avakirina ji nû ve di şert û mercên herî zehmet de bi serketî hat pêkanîn. Vê rastiya gerîla asta têkoşîna ku niha gihiştiyê, îspat kir û nîşanî her kesê da. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her roja ku derbas dibe, weke taktîk hîn profesyoneltir dibe û vê yekê li qada şer li dijî teknîka herî pêşketî ya dijmin nîşan dide. Bi vî rengî gihişt posîzyoneke ku asta têkoşîna xwe zêde kiriye. Hêzên gerîla di rewşa heyî de li ser branşan serketineke bê hempa bi dest xist. Ji sûîqestê heta sabotajê û çekên giran, bi dehan branşan çalakiyên serketî pêk tîne. Ev şêwaz di du qadên bingehîn de, bi pratîk dibe. Ji vane ya yekem tîmên gerîla ye ku her tim di tunelên şer de bi çalak e, yan duyem jî; tîmên bi tevger ên li ser esasê araziyê. Têkoşîna ku di tunelên şer de tê pêşxistin, di sedsala dawî de asta têkoşîna herî jor nîşan dide. Em her tim dibînin ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên konvansiyonel û hemû teknîka modern, li hemberî tunelên şer ên gerîla bi kar tîne. Li dijî êrîşkariyeke di vê astê de, di van tunelan de berxwedaneke mezin tê raberkirin. Ev berxwedan ne bi şêwazê parastina pasîf e, di heman demê de hîna hêzên dijmin nêz nebûyî wî dixe bin kontrolê, derbe lê dixe û bêyî windahî vedigerin tunelên şer. Şêwazê tîmên gerîla yên bi tevger ê li ser esasê araziyê jî, şêwazê ku herî zêde dijmin têk dibe û derb lê dixe ye. Tîmên gerîla bi vî şêwazî bi temamî xwe li gorî araziyê kamufle kirine, kêlî bi kêlî dijmin dişopîne, dixe bin kontrolê û di demekî herî guncaw de bi rengekî ku dijmin qet ne li bendê, lê dixe û îmha dike. Artêşa Tirk li hemberî şêwazekî bi vî rengî, ne amade bû û hingî ku dem û asta tevgera dagirkeriyê zêde bû, ji dervey derbeyên gerîla şert û mercên şer jî derbeyeke mezin li artêşa Tirk xist. Dema ku mirov di aliyê psîkolojîk de jî lê dinêre, hêzên gerîla di van tunelan de ti êrîşan nekin jî, ji ber ku nizanin tîmên gerîla yên bi tevger wê kengê û li ku derê derkevin pêşberî wan, ev yek di aliyê psîkolojîk de bandorê li dijmin dike. Berxwedana di tunelê şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û tunelên şer ên Şehîd Dogan ên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê de ku ev nêzî du sal in didome, yek ji mînakên vê ya herî mezin e. Tenê li dijî van tunelên şer, ti muhîmat nemaye ku di envanterê artêşa dagirker de heye û bi kar neanî ye. Yahî artêşa dagirker hemû muhîmatên di envantera xwe de bi kar aniye. Lê tevî vê yekê jî berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla didome. Li gel vê yekê jî di rastiyê de avantajeke pir mezin a hêzên gerîla heye. Ew jî serweriya li ser araziyê û naskirina araziyê ye. Artêşa dagirker bi teknîka xwe ya milyon dolarî, nikare li ser qadê serwer bibe. Lê hêzên gerîla bi vê avantajê bi rengekî pir serketî bi berdefetên xwe li ser araziyê serwer dibe. Mînak, dijmin ew qas xitimî ye ku, tektînîkên ji bo qadên cuda, yanî ji bo hêzên behrê aniye qadên gerîla û bi kar tîne.
HETA KU DAGIRKEREK JÎ NEMÎNE, WÊ TÊKOŞÎN BIDOME
Tevî ku di aliyê hewayî de kontrol di destê wî de ye jî, hêzên gerîla qabiliyeta xwe ya tevgerê bêyî pirsgirêk pêk tîne. Bi taybetî ji bo ku girêdana di navbera qadan de qut bike û rê bigire, xetên stratejîk ên rêya derbasbûna hêzên gerîla dike hedef û bêyî navber bombebaran dike. Lê di van bombebaranan de gerîla ti windahiyê nade. Sedemê vê yekê jî, tunelên şer ên gerîla ne. Evane ne tunelên ji rêzê ne. Li ser vî bingehî şerê sala 2023’an dînamîzma têkoşîneke mezin afirand û li ser bingehê dersên ku salên berê hatine wergirtin, şêwazê dema nû bi rengekî herî bi bandor xist pratîkê. Hêzên dagirker ji bo ku têkçûna xwe ya sala borî veşêre û windahiyên xwe telafî bike, îsal bi şêwazekî nû êrîşên xwe zêde kir û qedemeya fermandariyê ya operasyonê guhert. Bi vî rengî hesiband ku qalo wê bi ser bikeve. Lê derbeyên giran ên di tevahiya salê de xwarî, ev fermandariya nû ya ku operasyonê sewq dike û bi rê ve dibe, têra xwe rezîl kir. Operasyonên şoreşgerî yên ku hêzên gerîla di nava du mehên dawî de pêk anî, rewşa li qadê bi temamî berevajî kir. Yanî hingî ku artêşê hewl da xwe li qadê berfireh bike, ev rewş bi kêrî gerîla hat. Bi taybetî nêzîkatiyên wan ên gerîla sivik dinirxandin, yanî ji rêzê dinirxandin bi pratîkî nîşan da ku ew di nava xapandineke çawa de ne. Qaşo bi biryara guhertinê ya navenda fermandariya, biryar dan ku îsal wê li deverên ku sala borî neçar man terk bikin, xwe ne vekişînin û li van deveran bimînin. Ev biryar ji bo wan bû destpêka xwarina derbeyeke xurt. Ji ber ku hêzên gerîla li ser bingehê avakirina nû ji nû ve, bandorên nerênî yên demsalên cuda di rêjeyeke mezin de ji holê rakir.
Dihizirîn ku dikarin bi rehetî bi taybetî li Zapê û hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bibin. Lê belê ev herêm ji bo kesên ku demsala zivistanê yên dijwar nedîtibin, dibe dojeh. Şert û merc ew çend giran e ku hûn şerê xwezayê yê li hemberî mirovan heta hestiyên xwe dikarin hîs bikin. Li vir tenê hêzên gerîla dikarin bijîn. Berfa ku zivistanan dibare digihîje bilindahiya metreyan, bapûk û bagerên wê kêm nabe. Hêzên gerîla bi salan li hemberî van şert û mercan li ber xwe dan, lê belê artêşa dagirker nikare xwe li van şert û mercan rabigire. Ev yek girêdayî îradeya mirovan e. Di şert û mercên herî giran de jî ruhê fedaî yê Apoyî gerîla zindî dihêle û biryardariya têkoşînê zêdetir dike. Ji ber ku gerîla xwedî armanceke pîroz e, ew jî heta dagirkerekî bi tenê jî nemîne têkoşîna azadiyê meşandin e. Ev îrade dihêle ku tiştên mirov nekaribe xeyala wê bike jî, pêk bîne. Ligel van şert û mercên dijwar jî hêzên gerîla di çalakiyên şoreşgerî yên 22 û 23’ê Kanûnê de bi ruhê serkeftinê li ser xeta fedaî ya Apoyî, artêşa dagirker tevizandin. Tevî mij û barîna berfê jî hêzên gerîla ketin nava dijmin û careke din nîşanî her kesî da ku têkoşîna gerîla ya bi bandor gihiştiye kîjan astê. Digel van şert û mercan jî hêzên gerîla ku têkoşînê berfireh dikin û derbên bi bandor li dijmin dixin, dijmin bi sedan fermandariyan biguherîne jî nikare encam bigire. Me ev yek bi zelalî dît.
Di şerê ku bi mehan e didome de bi hezaran miriyên artêşa Tirk a dagirker çêbûn. Ev ji aliyê hêzên gerîla ve carinan bi dîmenên şênber ji raya giştî re hatin parvekirin. Gelek caran navê leşkeran, nasnameyên wan û amûrên ku ji ser wan hatin derxistin, hatin ragihandin. Tevî vê yekê jî rejîma Erdogan leşkeran dişîne mirinê û ji bo zextên civakî pêk neyên, mirina leşkeran vedişêre. Di vê nuqteyê de diyar e ku di siyaseta navxweyî de xitimandinek mezin heye.
Pirsgirêkên aborî yên di civakê de gihiştine asta herî jor û her çiqas tabloyek wisa utopîk tê xêzkirin jî, êdî civak bi van derewan bawer nake û dest bi lêpirsîna wan kiriye. Qet nebe hin aliyan dest bi lêpirsînê kiriye. Rejîma faşîst a Erdogan di vê xalê de cardin li ser mirina leşkeran çare di propogandeya belavkirina faşîzmê de dîtiye. Di rastiyê de eşkere ye ku armanca parvekirina mirina 12 leşkeran li pey hev di vê pêvajoya dawî de, ji bo gurkirina dijberiya li dijî Kurdan û rojeva civakê guhertin e. Ji ber ku artêşa Tirk li qadê windahî li pey windahiyan dide û sîstem têk diçe. Ji ber vê yekê divê mejiyê civakî van lîstokên qirêj bibîne û li dijî rejîma faşîst a Erdogan raweste. Wekî din, weke min di serî de jî anî ziman, li hemberî têkoşîna gerîla çi bê kirin jî, ne mimkûn e ku artêşa dagirker bi ser keve. Barê şer dikeve ser milê tevahiya civaka Tirkiyeyê. Rewşa li qadê jî ne cuda ye. Ev leşker bi edebiyata “Welat-Netewe-Sakarya” têne xapandin û ji bo ku temenê desthilatdariya kesekî dirêj bibe, bi zanebûn têne kuştin.
Ji ber vê yekê, divê careke din were zanîn ku weke Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan beriya niha jî gotibû, rastiya herî mezin a li ser rûyê erdê ew e ku dagirkerên tên wê derê xwedî du vebijêrkan e. An paşve vekişin û qadên gerîla bi temamî terk bikin, an jî bimînin û bên tunekirin. Ti vebijêrkeke din a dagirkeran li pêşberî gerîla nîne. Herhal îqna bûn ku alavên wan ên teknîkî piştî van derbên dawî nikarin wan rizgarbikin, baştir fam kirin. Eger fêm nekin, hêzên gerîla wê bi derbên bandortir bi wan bidin fêhmkirin, divê gumana kesî ji vê nebe.