Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand

Gerîlayên YJA Starê 16’ê Cotmehê li Xakurkê çalakî lidar xistibûn û 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kiribûn. Gerîla TV dîmenê vê çalakiyê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya ku li Xakurkê hatî lidarxistin, ev agahî parve kiribûn:

“16’ê Cotmehê di saet 14.30’an de bi çekên giran li dagirkerên ku hewl didan di navbera Girê Şehîd Kamuran û Girê Şehîd Heqî de bi cih bibin, hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.”

Çalakî ji bo bîranîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Kadriye Tetîk (Asya Kanîreş), Thomas Johann Spiess (Azad Şerger) û Diyako Saîdî (Koçer Medya) ku 15’ê Hezîrana 2023’an li Xakurkê şehîd bûn, hate lidarxistin.