Ji ber pirtûkan derbarê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin û berdana wan hat astengkirin

Ji girtiyên li Panosê Yasîn Yilmas got ku bi ser qawîşan de hatiye girtin, ji ber pirtûkên hatine desteserkirin derbarê hin girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin û berdana wan hat astengkirin.

Yasîn Yilmaz ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a li navçeya Panos a Agiriyê tê girtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku derbarê hin girtiyan de lêpirsîn hatiye vekirin.

Yilmaz diyar kir ku bi destûra rêveberiya girtîgehê bi ser qawîşan de hatiye girtin û hin pirtûk hatine desteserkirin. Yilmaz got: “Ji ber pirtûkên ku wan bi xwe anîne, lêpirsînê vedikin û niha derbarê nêzî 50 girtiyan de lêpirsîn hatiye vekirin. Di encama lêpirsînên hatine vekirine, berdana hinek hevalên me hate astengkirin. Bi hinceta ku ‘di nava pirtûkê de qala Kurdîtî û Kurdistanê tê kirin’ pirtûk hatin komkirin û lêpirsîn hate destpêkirin.”