Tevgera Azadî: Dem dema têkoşîneke xurt e

Tevgera Azadî bi wesîleya sala nû peyamek weşand û got: “Dem dema azadî û têkoşîneke xurt e ku em mafên xwe yên rewa û xwezayî bi dest bixin.”

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya sersalê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25 sal in di girtîgehê de ji bo jiyanek azad têkoşîn dike, li girtiyên doza gelê Kurd û tevahî gelan pîroz kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di dema ku em derbasî sala nû ya 2024’an dibin de, cîhan bi giştî û bi taybetî Rojhilata Navîn di rewşeke tijî krîz, şer û pevçûnan re derbas dibe. Her roja derbaz dibe êrîş û gefên hêzên berjenwendîxwaz û hegemon ên li ser maf û jiyana gelan zêdetir dibe. Faşîzma dewleta Tirk ji her alî ve êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike, li dijî civaka me şerekî bê pîvan, bê exlaq û bê hiqûq daye destpêkirin.

Jiyan û debara jiyanê her ku diçe dijwartir dibe û binpêkirina maf û azadiyan zêde dibe, ji ber siyaseta yekdestdariyê û nakokiyan saziyên rewa hilweşandine, serweriya xak û welatî bê parastin li ber destê dijmin hêlaye. Gelê Başûrê Kurdistanê salek bê hêvî û giran derbaz kir. Dem hatiye ku hesab were pirsîn. Divê lêgerînek ji bo derbaz bûn û rizgarbûna ji vê sîstem û desthilatê were kirin. Başûrê Kurdistanê û qurbaniyên derve ne layîqê jiyanek wiha ne.

Di dema ku em derbasî sala nû dibin de, gelek rojnamegerên azad di girtîgehan de hatine cezakirin, her roj em rastî qetilkirina azadîxwazan, bêxemiya desthilatê û dezgehên emnî tên. Mafê sereke yê mamostayan û mûçexweran tê binpêkirin û mafên wan yên darayî nayê dayîn. Di nava vê rewşê de ji bo ku civakê bixapînin, bi vî awayî koçberî yan sîxurî û bikaranîna madeyên hişberpêş dixin.

Rewşa jinan di her astê de diyare û qirkirin li ser wan tê kirin, her roj beşên tenduristî, xizmetguzarî û jîngehê tên tunekirin û ji bo berjewendiyên aborî yên desthilatê û kompanyayên wê dikevin destê sektora taybet de. Her ku diçe gel birsîtir û desthilat dewlemendtir dibe. Di rastiyê de civak tîbûnê sîstemeke demokratîk, edalet, azadî, hezkirina jiyanê û yekîtiya neteweyî ye. Em sala nû bikin sala guhertinên mezin, sala nû bibe sala pêkanîna xewn û armancên şehîdan.

Em sala nû li hemû civakê pîroz dikin. Hêvî dikin ku her kes bi hev re dest bi saleke tijî têkoşîna demokratîk bike. Dem dema azadî û têkoşîneke xurt e, ku em mafên xwe yên rewa û xwezayî bi dest bixin.”