Cenazeyê Kerîmiyan bi merasîmekê ber bi Rojhilat ve hat şandin

Cenazeyê Sînemager, şehîd Mensûr Kerîmiyan îro li bajarê Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî ber bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ve hat şandin.

Îro li bajarê Silêmaniyê cenazeyê Derhênerê Sînema, Mensûr Kerîmiyan ku di 23'ê Kanûnê de di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser bajarê Qamişloyê şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî ber bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ve hate rêkirin.

Di merasîmê de gelek kesayetiyên hunermend, rewşenbîr, endamên rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê, her wiha ji endamên malbata şehîd jî amade bûn. Merasîm saet 10:00 li ber avahiya Sînema Salim a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Di destpêka hemû axaftinan de xwendina helbestan ku îşare bi ruhê hunerî yê şehîd Mensûr Kerîmiyan dihate kirin bal kişand.

Li ser navê malbatê birayê şehîd, Seyîd Yûnis Kerîmiyan axaftinek kir. Kerîmiyan piştî ku helbestek ji bo birayê xwe yê şehîd xwend, sersaxî ji hemû hewrê û hevxebatên Mensûr Kerîmiyan li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwest.

Di navbera axaftinan de bi domdarî dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Mensûr, Namirin" û "Faşîst Erdogan" hatin berzikirin.

Piştî axaftinan cenazeyê Sînemager, şehîd Mensûr Kerîmiyan bi karwanekê ber bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ve hate şandin.