CPT: Di êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de 11 welatî hatine qetilkirin

Endamê CPT’yê Kameran Osman diyar kir ku di sala 2023’an de di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de 11 welatî hatine qetilkirin.

Endamê Tîmên Avakirina Aşîtiya Civakê (CPT) Kameran Osman di hevpeyvîna xwe ya bi Rojnewsê re diyar kir ku di sala 2023’an de di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federal a Kurdistanê de 11 welatî hatin qetilkirin.

Osman anî ziman ku di êrîşên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de 7 welatî, di êrîşên bi balafirên şer de 3 welatî û di encama teqîna mayinekê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên CPT’ê di êrîşên sala 2023’an de li Dihokê 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar bûne. Li Hewlêrê welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 8 welatî jî birîndar bûn. Li Silêmaniyê jî 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî birîndar bûn.