Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya sala daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Saleke din, 2023, bi hemû encamên xwe yên baş û nebaş, ji bo gelê me bû saleke têkoşînê. Ev sal li her çar parçeyên Kurdistanê bı têkoşîneke mezin derbas bû.
Îsal jî êrîşên dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê berdewam in. Li hemberî van êrîşên giran, hêzên gerîla û hemû dînamîkên neteweya me, bi fedekarî û lehengiyeke mezin li ber xwe dan, êrîşên wan bê encam kirin û angaştên wan red kirin. Îsal sedemîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê bû. Serkirdeyên dewleta Tirk, di destpêka salê de bi berdewamî digotin em ê heta 29'ê Cotmehê “rêxistina cudaxwaz û terorîst'' ango Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurdistanê tune bikin û bi temamî ji holê rakin. Lê belê hêzên gerîla û gelê me yê qehreman bi berxwedana xwe ya bêhempa ev bangeşeyên bêbingeh pûç kirin. Berxwedana taybet a li Xakurk, Metîna, Zap û Avaşînê ev rastî îspat kir. Li Bakur di hemû qadan de berxwedan berdewam dike. Berxwedana ku îro li bakurê Kurdistanê tê kirin, çi li zindanan, çi li qada siyasî çi jî li qada gerîla berxwedaneke pîroz û efsaneyî ye.
Li başûrê Kurdistanê jî her çi qas statûyeke destûrî ya federal hebe jî, lê belê statûya herêmên veqetandî (herêmên madeya 140) ne diyar e. Li Kerkûk, Xaneqîn û hemû navçeyên Kurdistanî gel tê koçberkirin û demografiya van herêmên jî tê guhartin. Piştî êrîşa DAÎŞ’ê Şengal hê venegeriyaye ser xwe. Koçber venegeriyan cihên xwe û êrîşên dewleta Tirkiyeyê berdewam in.
Li Başûr parlamento girtî ye û ne diyar e bê ka dê kengî hilbijartin were kirin. Wekî din li Başûr rewşeke cidî ya aboriyê heye û gelê me ne rehet e. Iraq di krîzeke mezin re derbas dibe. Siberoja Iraqê ne diyar e. Ev rewş ji bo Herêma Kurdistanê jî tehdîdek e. Li aliyê din dagirkeriyên dewleta Tirk gav bi gav zêdetir dibin. Niha ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiyê heye. Divê rewş bi baldarî bê şopandin û têkoşîna li dijî mêtîngeran bê dijwartirkirin.
Îsal jî têkoşîna azadiyê li rojhilatê Kurdistanê bi her awayî berdewam bû. Eger hinekî qels bûbe jî, lê şoreşa jin, jiyan, azadiyê dewam dike. Dewleta Îranê jî wek Tirkiyeyê di vê salê de gelek caran êrîşên xwe domandin û car caran jî êrîşî ser başûrê Kurdistanê kir. Bi rêya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê fişareke zêde li ser partiyên Rojhilat kir û mana wan a li başûr ji wan re zehmet kir. Rejîma Îranê di nakokî û pirsgirêkên navxweyî û derveyî re derbas dibe. Ev rewş ji bo xurtkirina şer derfetekê pêşkêş dike. Em hêvîdar in ku ev rewş li Îranê bibe sedema guherîneke demokratîk û bingeha azadî û aştiyê li rojhilatê Kurdistanê.
Dozdeh sal in li Rojava statûyek heye. Ev yek destkefteke pir mezin e û pêwîst e bi her awayî were parastin û fermîkirin. Rejîma Sûriyeyê hîna ji bo çareseriya aştiyane û siyasî ne amade ye. Gef û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin. Bi dirêjahiya vê salê gelek êrîşên berfireh pêk anîn. Bi taybet jî binesaziya Rojava û cihên xizmetguzariyê û jiyana Rojava dikin hedef. Hêzên Asayişê di rewşa amadehiyê de ne. Têkoşîna siyasî û dîplomatîk bi berfirehî didome. Rojava her ku diçe di qada navneteweyî de zêdetir tê qebûlkirin. Pêwîstiya Rojava bi her awayî bi alîkariyê heye. Divê hemû hêzên Kurdistanî, hemû gelê Kurd û dostên Kurdan bi şev û roj ji bo parastina Rojava çalak bin. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li hemû Kurdistanê ye.
Rewşa girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên Tirkiye û Îranê gelekî xerab e. Îşkence û darvekirina li girtîgehên Îranê dewam dikin. Li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û zextên li ser girtiyan roj bi roj zêdetir dibin. Ev sê sal in (34 meh) li ser Birêz Ebdulah Ocalan û 3 hevalên wî yên di Girtîgeha Îmraliyê de tu agahî nîn e. Ji ber vê rewşê, bi piştgiriya dostên gelê Kurd kampanyaya bi navê "Ji Ebdulah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" dest pê kir. Her wiha girtiyên siyasî yên Kurd ji bo ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê, ev nêzî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne. Divê dengê girtiyan were bihîstin, divê her kes hay ji girtiyan hebe. Em wek KNK bi hemû hêza xwe beşdarî vê kampanyayê dibin û piştgiriyê didin daxwazên girtiyan.
Di mehên dawîn ên vê salê de li Rojhilata Navîn şerekî dijwar destpê kir. Êrîşa berfireh a hêzên Hemasê ya li dijî Îsraîlê rê li ber şerekî dijwar vekir û bû pirsgirêkeke gerdûnî. Li Herêmê îhtimala şer heye. Dagîrkerên Kurdan, eger ne bi awayekî neyekser be jî, bi awayekî ji awayan beşekî vî şerî ne. Vî şerî rewşeke nû anî Herêmê. Metirsî li ser gelê me û welatê me hene, lê belê dikare derfetan jî bi xwe re bîne. Di vê dema krîtîk de divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tev bigerin û rewşê bi kûrahî binirxînin. Pêwîstî bi yekdengî, yekîtî û hevkariyê heye. Em wek KNK bi her awayî hewl didin ku hêzên Kurdistanî kom bikin û li hemberî vê rewşa hestyar stratejiyeke hevpar a Kurdistanî pêş bixin.
Di dawiya sala 2023'yan de eger nirxandineke naxweyî ya salê were kirin, em dikarin bibêjin ku tevî hemû êş û fedakariyan, û tevî hemû şaşî û kêmasiyên xebat û têkoşînê jî, têkoşîna azadiyê serkeftî bûye. Êrîşên dijmin hatine têkbirin. Dem ew dem e ku pêwîst e hêzên Kurdistanî pirsgirêkên xwe bi diyaloga navxweyî çareser bikin û bi hevgirtin û yekîtiyê hewldanên dijmin û dagirkeran pûç bikin.
Em hêvî dikin ku sala nû ya sala 2024’an ji bo gelê me bibe sala serkeftinê, sala xewnên geş.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi vê nêrîn û helwestê sala nû li gelê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê pîroz dike.”