Dayika şehîd, Halîse Aksoy: Ez li ber xwe didim

Biryar hat dayîn ku girtîbûna Halîse Aksoy dewam bike ku cenazeyê kurê wê Egît Îpek di nava kargoyê de hatibû radestkirin.

Halîse Aksoy nêzî 9 meh in ji ber îdîayên “mala wê cihê baweriyê bû” ya şahidê îtîrafkar Umît Akbiyik tê dîlgirtin. Rûniştina duyemîn a Halîse Aksoy li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê pêk hat. Cenazeyê kurê Aksoy, Egît Îpek di nava qutiya kargoyê de hatibû radestkirin.

Parêzerên Aksoy Necat Çîçek û Zeynep Karayilan tevlî rûniştinê bûn. Parlameterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, Ceylan Akça, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan rûniştin şopandin. Di rûniştinê de şahid Hatîp Guney ê teslîm bûyî, hate guhdarkirin. Gunel îdîayên xwe yên “Mala Aksoy weke mala cihê baweriyê bi kar aniye” qebûl nekir. Guney ragihand ku Aksoy li avahiya Serokatiya HDP’ê ya Amedê dîtiye û ti diyaloga wî pê re nîne. Guney anî ziman ku hîn bêhtir Aksoy li ser medyaya dîjîtal nas kiriye û diyar kir ku li mala Aksoy nemaye.

Meqamê îdîayê xwest ku biryar bê dayîn ku girtîbûna Halîse Aksoy dewam bike.

Halîse Aksoy parastina xwe ya bi Kurdî, bi rêya tercumen kir.

Parêzer Necat Çîçek û Zeynep Karayilan diyar kirin ku îspateke şênber tune ye û bi îdîayên şahidan tevger tê kirin.

Şandeya dadgehê ji ber “gumana revînê, gumana sûc û sûcdariya ku lê hatî kirin ji sûcên katalog e” biryar da ku girtîbûna Halîse Aksoy dewam bike û rûniştin taloqî 19’ê Nîsanê kir.

Kesên li eywanê ji Halîse Aksoy re gotin: “Dayika Halîse mereq neke, em bi te re ne.” Aksoy jî wiha bersiv da: “Min mereq nekin, ez li vir li ber xwe didim.”

Piştî rûniştinê li ber edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Parêzera Aksoy Zeynep Karayilan bang li hemû saziyên demokratîk kir ku 19’ê Nîsanê xwedî li rûniştinê derbikevin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî wiha got: “Bi dosyayeke sexte dayika Halîse li girtîgehê tê girtin.”