DEM Partiyê li Mêrdînê navnîşanên sindoqên dengdanê eşkere kir

DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina bernamzetan navnîşanên sindoqên dengdanê yên li Mêrdînê eşkere kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mêrdînê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31'ê Adarê de pêk tên didomîne. DEM Partiya ku ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên bajarê mezin û endamên meclîsa şaredariyê wê li 10 navçeyên bajêr referandumê pêk bîne, wê bi hilbijartinên pêşwext namzetên hevserokên 7 navçeyan jî diyar bike. Wê li 3 navçeyên bajêr jî  serî li meyldariya gel bide û tê payîn ku di hilbijartinên pêşwext de zêdetirî 10 hezar delege dengê xwe bidin.

BANGA DENGDANÊ 

Her wiha ji bo hilbijartinên di 13 û 14’yê Çileyê de jî sindoqên dengdanê hatin eşkerekirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî Tûnc diyar kir ku ev nêzîkî 2 mehan e komîsyoneke ku ji nûnerên saziyên demokratîk pêk tê, xebatên têkildarî hilbijartinên herêmî didomînin. Mehmet Mihdî Tûnc da zanîn ku hê jî nîqaş dikin bê ka li navçeyên Mîdyad û Mehsertê hilbijartinên pêşwext werin kirin yan na, û got ku li navçeya Rişmîlê wê hilbijartinên pêşwext tenê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin werin kirin. Tûncî anî ziman ku ji hemû pêkhateyên Mêrdînê serlêdan hatine kirin û komîsyonên ku ava kirine, hemû beşên civakê di nav xwe de dihewînin û diyar kir ku hilbijartina pêşwext li dijî desteserkirina qeyûman, baştirîn peyam e. Tûnçî bang li hemû delegeyan kir ku dengê xwe bidin û got ku wan navnîşanên sindoqan jî eşkere kirine.

NAVNÎŞANÊN SINDOQAN

Navnîşanên ku wê DEM Partî li Mêrdînê sindoqan danê wiha ne:

Qoser: Taxa Firatê, li ser rêya Serê Kanîyê, Salona Dawetê ya Darayê.
Nisêbîn: Taxa Kişla, Kolana Adar, No:1 Salona Dawetê ya Hîltoownê
Artûklû û Rişmîl: Li ser rêya Amedê Salona Civînê ya Otêla Yay Grandê.
Dêrîk: Taxa Cevîzpinarê, Salona Sporê ya Girtî ya Berdînê
Kerboran: Taxa Tepebaşî, Cadeya Kismetlî, Parka Azadiyê.
Stewrê: Taxa Tepeyê,Meydanbaşî, Awîna û Şemrex: Taxa Gundoganê, Kolana Sinema,  Çayxaneya Denîzê, No: 6
Mehsert: Taxa Cûmhuriyetê, Kolana 2023, No:19 (Avahiya Dem Partiyê ya Navçeyê)
Mîdyad: Taxa Akçakaya, Cadeya Manastirê, No:17 Salona Civînê ya Otêla Tûrabdîn."